Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê

Di pîrozbahiyên li kantona Qamişlo de hate gotin ku êriş û planên dijber nedikarî meşa azadiyê ya rêber Ocalan têk bibin, her wiha bang li hemû hêzên demokratîk ên li Sûriyê hate kirin ku li hemberî dagirkeriyê hevgirtina xwe xurt bikin.

Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
Di pîrozbahiyên li Qamişlo de bangên xurtkirina hevgirtinê
21 adar, 2022   15:38
QAMIŞLO

Pîrozbahiyên li bajar û navçeyên kantona Qamişlo bi beşdarbûna di sed hezaran kesî ji pêkhateyên herêmê bi diruşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya rêber APO'' berdewam dikin. Piştî rêzgirtin, meşaleyên Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin û pêxistin gotinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de hatin guhdarkirin.

Di pîrozbahiya li gundê Hîmo yê Qamişlo de bi hezaran kes ji pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûr bi cil û bergên xwe yên folklorî Newroz  beşdar bûn.

Piştî meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve û guhdarkirina nirxandinê rêber Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de koma Sakîne stranên şoreşgerî gotin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Behiya Sebrî axivî, Newroza 2022'an li tevahî dayikên şehîdan û hêzên leşkerî pîroz kir û got, ew ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya rêber Abdullah Ocalan. Behiya Sebrî anî ziman:" Divê em bi tevahî îradeya xwe beşdarî Newroza azadiya rêber Ocalan bibin. Em bi hêvî ne ku em ê armancên Newroza îsla pêk bînin."

Behiya Sebrî bal kişan ser rola ciwanan di parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha domand: "Ciwan stûna şoreşa me ne. Bi rih û îradeya ciwanan me dest bi şoreşa xwe ya demokratîk kir, bi vî rihî em ê serkeftinê pêk bînin. Em ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bikin û destkeftiyên xwe biparêzin."

' EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN Û PROJEYA XWE YA DEMOKRATÎK PÊŞ BIXIN'

Hevserokê Meclisa Qanûsaz a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb di pîrozbahiyê de axivî û got, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama şoreşa azadiyê ya Kawayê Hesinkar e û wiha domand: "Projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li cîhanê deng vedaye û cihê rêzdariyê ye."

Hebîb anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan sembola demokratîk û azadiya tevahî gelan e. Her wiha îşaret bi aloziya Sûriyê kir ku ket sala xwe ya 12'an û wiha pê de çû: "Ev çend sal in Sûriyê di krîzekê de ye. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me projeya demokratîk pêşkêş kir ku tevahî pêkhate di erk û mafan de wekî hev in. Ev proje ji aloziyê re çareserî ye."

Endamê Partiyên Yekitiya Niştimanî Kurd Hesen Hiso bal kişand ser berxwedana QSD'ê û got: "Bi saya berxwedana şehîdan em vê rojê pîroz dikin.''

Hiso di berdewama axaftina xwe de îşaret bi salvegera dagirkirina bajarê Efrînê û wiha domand: "Em ê rihet nebin heta ku tevahî herêmên dagirkerî rizgar bikin. Em ê Newroza 2022'an bikin Newroza yekitiya kurdî da ku tevahî mafên xwe yên rewa bi cih bînin."

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbesiyê jî bi beşdarbûna bi hezaran kesî Newroz li devera Mizgefê hate pîrozkirin.

Bi navê QSD'ê, fermandar Bêrîtan Mihemed axivî, bal kişand ser beşdarbûna şêniyan di pêxistina agirê Newrozê de û diyar kir ku ev yek encamên têkoşîna QSD'ê ya avakirina civakeke demokratîk û jihev hezkirî ye.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Dîrok Mele Beşîr jî axivî û diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piraniya malbatên şehîd dane û ji bo paratina herêmê û rêgirtina li ber êrişan amade ne şehîdên din bidin.

Dîrok Mele Beşîr diyar kir ku dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin, lê gelê herêmê bi têkoşîna xwe ev bêdengî red kir û berdêl çi dibin wê bidin heta ku serkeftinê pêk bînin.

Bi navê Meclisa Rûsiyan, Hisên Sade bi navê pêkhateyê Ereb axivî, Newroz li gelê Kurd û tevahî gelên herêmê pîroz kir û wiha domand: "Newroz sembola azadiyê ye, ji ber vê yekê divê gelên herêmê têkoşînê dewam bikin heta ku xwediyê neteweya demokratîk rêber Abdullah Ocalan were azadkirin."

AMÛDÊ

Di pîrozbahiya li navçeya Amûdê de ku li gundê Çaxir Bazar hate lidarxistin, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî û got: "Ez şehîdên Newrozê bi bîr tînim. Newroza îsal diruşmeya azadiya rêber Abdullah esas girtiye. Ji ber ku rêbertî beriya 50 salan ji bo avakirina gelekî azad bi agirê Newrozê ku li Enqere li vêxistibû dest bi têkoşînê kir. Rêbertî li cîhanê û li hemû gelan bandor kir, bi vê bandoriyê em meşaleya Newrozê li Amûdê pêdixin."

Hesen Koçer anî ziman ku îradeya gelan naşkê û Newroz îsal Newroza azadiya fîzkî ya rêber Ocalan e.

Koçer bal kişand ser siyasetên PDK'ê û got: "PDK'ê bi hevkariya dewleta Tirk di vê buharê de amadekariyên êrişan li dijî tevgera azadiyê dike. Banga me li hevkariya dewleta Tirk a dagirker herkîna xwîna kurdan neke, ji ber ku dîrok wê lanetê lê bike."

Koçer da zanin ku gelê Kurd di du şerên cîhanê de ne rêxistinkirî bû û got: "Niha hêzên me yên leşkerî hene, divê em xwe ji bo serkeftinê amade bikin."

Hesen Koçer got: "Newroza 2022'an sembola azadî û girêdana bi xeta rêber Ocalan e ku hebûn û azadiya me diparêze. Ji ber vê yekê girîng e ku em bêjin bê serok jiyan nabe."

Piştî axaftina Hesen Koçer, dayika şehîd Zana, Ezîza Çûlî bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: "Îro malbatên şehîdan agirê ku Kawayê Hesnikar di Newrozê de pêxistibû, dadidan."

DÊRIK

Di pîrozbahiya li bendava Borzê yê Dêrikê de, endama Koordînasyona Kongra Stra Asya Ebdullah axivî, banga yekitiyê li partiyên kurdî, lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî û parastina destekftiyên şehîdan kir.

Asya Ebdullah di kesayeta şehîd Mezlûm Dogan (Kawayê hemdem) de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Bi Îrade û hêza gelê Kurdistanê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me ala serkeftinê bi destê dayikan hilda, heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî wê meşaleya Newrozê veketî bimîne."

Asya Ebullah da zanîn ku hêzên dagirker  bi rêya ajnîdeyên xwe hewl didin destekftiyên gelên herêmê têk bibin û bang li hêzên ku bi dewleta Tirk a dagirker re êrişî herêmê dikin kir ku li hesabên xwe vegerin, dev ji xizmeta siyasetên dijberî doza kurdî berdin.

Asya Abdullah, di dawiya axaftina xwe de bang li gelên herêmê kir ku bi rihê Newrozê têkoşîna li hemberî planên dijberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bikin.

ANHA