Bedran Çiya Kurd: Newroz dê bi rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî temam bibe

Bedran Çiya Kurd di pîrozbahiya Newrozê ya li Dirbêsiyê de de axivî û got: “Pîrozkirina Newrozê tenê bi rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî temam bibe.”

Bedran Çiya Kurd: Newroz dê bi rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî temam bibe
21 adar, 2022   12:49
HESEKÊ

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd Newroz li rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê pîroz kir.

Çiya Kurd di kesayeta Mezlûm Doxan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.”

`DEM HATIYE KU GEL NEWROZÊ BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE PÎROZ BIKE`

Bedran Çiya Kurd di axaftina xwe de got: “Gelên ku hewl didin azadiya xwe bi dest bixin, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin. Dem hatiye ku gel Newrozê bi rêber Abdullah Ocalan re pîroz bike.”

Her wiha Çiya Kurd diyar kir ku Newroza sala bê dê bi rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî were pîrozkirin.

`PÊWÎSTIYA HERÊMÊN ME BI YEKITIYÊ HEYE`

Çiya Kurd diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi yekitiyê heye. Her wiha Çiya Kurd bang li hêzên navneteweyî û herêmî kir ku helwesta xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere bikin.

Çiya Kurd bang li hikumeta Şamê kir ku li xwe û siyasetên xwe vegere û hêvî neke ku bi rêya normalîzakirinê, Sûriyê vegerîne rewşa beriya 2011`an û wiha domand: “Em vê yekê qebûl nakin. Divê hemû gelên herêmê azadiya xwe di Sûriyeya nû ya nenavendî û demokratîk de bi dest bixin.”

Di dawiyê de Çiya Kurd got: “Êdî nêz maye xewna gelan pêk were. Em ê vê xewnê li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pêk bînin.”

(şx)

ANHA