Foza Yusif: Hêzên şofanîst û xayîn nikarin xeta azadiyê têk bibin

Endama Desteya hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif destnîşan kir kurd dê li ser rêgeza rêber Abdullah Ocalan berxwedanê berdewam bikin û got: “Hêzên şofanîst û xayîn nikarin xeta azadiyê têk bibin.”

Foza Yusif: Hêzên şofanîst û xayîn nikarin xeta azadiyê têk bibin
21 adar, 2022   12:25
QAMIŞLO

Endamê Desteya hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif di pîrozbahiya Newroza Qamişloyê de axivî û got: “Em Newrozê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla, girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û gelên herêm pîroz dikin.”

Foza Yusif di axaftina xwe de bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hêzên kurdistanî kir ku bi kurdan re hevgirtî be da ku hemû komployên dijmin têk bibin û dagirkerî têk bibin.

Her wiha Foza Yusif bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji siyasetên înkarkirinê berde ji ber ku êdî dem dema çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk e.

Foza Yusif di axaftina xwe de pêwîstiya hevgirtina hêzên demokratîk li Sûriyê destnîşan kir ku da ku hemû herêmên dagirkirî rizgar bibin, jiyaneke azad pêk were û destûreke demokratîk ava bibe û dagirkerî tune bibe.

(şx)

ANHA