​​​​​​​Hikmet Hebîb: Civînên ''Komîteya destûrî'' me eleqedar nake

Mijara "Komîteya Destûrî" ku di gerên xwe yên berê de tu encam bi xwe re neanîn, dîsa dikeve rojevê. Girêdayî wê Hikmet Hebîb got: "Ev komîte me eleqedar nake. Em di avakirina sîstema xwe ya navendî ya demokratîk de dewam bikin."

​​​​​​​Hikmet Hebîb: Civînên ''Komîteya destûrî'' me eleqedar nake
21 adar, 2022   04:48
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Civînên ''Komîteya destûrê'' ya bi sponseriya Rûsya, dewleta Tirk û Îranê digel nakokiyên van aliyan û nebeşdarkirina nûnerên rasteqîn ên gel berdewam dikin. Her 6 gerên berê bê encam bûn. Roja duşemê jî xebatên gera 7’an a ''komîteya destûrê'' li Cinêvê dest pê dikin.

Piştî civîna di navbera serokên Rûsya û Tirkiyê de ku li Enqereyê li dar ketibû, Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres li şûna gelê Sûriyê, avakirina komîteya destûrê ragihand. Di vê komîteyê de nûnerên 5 milyonên sûrî tune ye. Ev komîte ji aliyê hêzên demokratîk ve rastî bertekan hat û ji destpêka ragihandinê ve texmînên serkeftina wan kêm in.

Rûsya di 2016’an de dest bi propagandaya destûra nû ya Sûriyê ki. Di 24’ê Gulana 2016’an de rojnameya El-Exbar a Lubnanê ya nêzî hikumeta Şamê gotibû Moskova sazkirina projeya destûra Sûriyê bi dawî kir. Rûsya hewl da tê de qanûn û madeyên destûrê deyne ku aliyên Sûriyê bi aliyê xwe ve bikişîne.

Lê piştî Rûsya, Îran û dewleta Tirk derbarê Sûriyê de gihaştin lihevkirinan û  lihevkirina "herêmên bêçek" erê kir, da ku bejewendiyên xwe pêk bînin û xaka Sûriyê dagir bikin. Ji bo ku dagirkeriyê rewa bikin û hegemoniya xwe li ser gelê Sûriyê ferz bikin, pêwîst bi guhertina destûrê dîtin.

Hevbendiya Rûsya, Îran û dewleta Tirk li gorî berjewendiyên nû nexşerêya leşkerî li Sûriyê guhertin. Di çarçoveya lihevkirinan vê hevbendiyê de dewleta Tirk çeteyên xwe ji gelek herêman mîna Xûta, bejahiyên Helebê û Humisê ber bi Idlibê ve vekişandin, her wiha dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, çete û malbatên wan li wan herêman bi cih kirin û wê jî guhartineke demografîk li wan herêman çêkir.

Piştî vê hemû jî ev hevbendî dibîne ku serkeftina leşkerî ya pêk hatiye dê kêm bimîne heke pêşketineke siyasî çênebe û berjewendiyan pêk neyne û êdî rizgariya wan jî destûra Sûriyê bû.

Em ê di vê raporê de behsa gerên berê bikin:

GERA 1’EMÎN BÊ ENCAM BÛ

Di 8’ê Mijdara 2019’an de gera yekemîn bê encama derbas bû. Endamên her du şandeyan li ser hewayên nebiço axivîn û di civînan de silav nedan hev.

Texmînên ji bo nîqaşan pir lawaz bûn. Ew jî piştî Şamê bi piştevaniya Rûsya û Îranê destkeftiyên meydanî bi dest xistin û tu tawîz nedan pêk hat. Endamên şandeyên beşdar got nîqaşên her du aliyan bi nakok bûn.

GERA 2’YAN.. BINKETINA LI SER ROJEVE XEBATAN

Di 30’ê heman mehê de di gera duyemîn tu lihevkirin li ser asta rojeva xebatên desteya biçûk a komîteyê re pêk nehatin.

Şandeya hikumeta Şamê destpêkê ji navenda NY’yê ya li Cinêvê derket, dûvre şandeyên din derketin û tu encamên ji bo komîteyê di desteya biçûk de ku ji 45 endaman pêk tê bi xwe re neanîn.

Di civîneke çapemeniyê de nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand: "Me gera duyemîn a komîteya destûrê bi dawî kir. Ne pêkan bû ku civîna koma biçûk bihata lidarxistin. Ji ber tu lihevkirin li ser rojeva xebatan tune bû."

GERA 3’YAN... KORONA TEV LI SEDEMÊN BINKEFTINÊ DIBE

Di 25’ê Tebaxa 2020’an de NY’yê ragihand ku danûnstandin ''komîteya destûrî'' yên li Cinêvê, piştî ku 3 beşdar bi vîrusa Koronayê ketine, taloq kirin.

Nivîsgeha nûnerê NY’yê yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen bi daxuyaniyekê wiha got: "Piştî agahdarkirina desthilatên Swîsreyê û nivîsgeha NY’yê yên li Cinêvê, tedbîrên bi lez li gorî protokolan re hatin girtin ku çi xeterî hebe werin kêmkirin û çi kesê bi koronayê ket were şopandin."

GERA 4’AN..ŞAM TÊKBIRINA DORPÊÇÊ NÎQAŞ KIR

Di 15’ê Kanûna 2020’an de gera çaremîn a civînên komîteyê li Cinêvê bêyî encam bi dawî bûn.

Li gorî raporan, di vê gerê de hikumeta Şamê li beramberî dayîna tawîzan şertê rakirina cezayan  û bidawîkirina ambargoyê danî.

GERA 5’AN.. BINKETINA PEDERSEN DEST PÊ KIR

Di 30’ê Kanûna 2021’an de gera pêncemîn a danûstandinên komîteyê bêyî tu encam bi dawî bûn.

Nûnerê NY'yê yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen bêhêviya xwe ji danûnstandinên li Cinêvê anî ziman û da zanîn ku aliyên beşda tu lihevkirinên li ser xebatê pêk neanîn.

Pedersen piştî gera 5’an a endamên 45’an ji koma biçûk a qaşo komîteya destûrê li Cinêvê, ji rojnamevanan re ragihand ku "Ne pêkan e ku em vî awayî berdewam bikin, hefteyeke bêhêvî bû."

Li aliyekî din jî berdevkê NY’yê li New Yorkê Stephane Dujarric got "bêhêviya Pedersen eşkere ye".

GERA 6’AN...PEDERSEN "BÊHÊVÎ YE"

Di 23’yê Cotmeha 2021’an de ''komîteya destûrê'' xebatên gera xwe ya 6’an bêyî pêşkêşkirina xebatên wê bi dawî bûn û nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen bi "bêhêvî" wesif kir.

Pedersen got, "Têkildarî reşnivîsa destûra nû yan jî lihevkirina li ser gera pêş em negihîştin tu lihevkirinekê."

Di heman zihniyet û çarçoveya berê de dê ''Komîteya destûrê'' gera xwe ya 7’an ji 21 heya 25’ê vê mehê li dar bixe.

Bi zexta dewleta Tirk û Rûsyayê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji lîsteyên komîteya destûrê hatin paşguhkirin. Bi vê yekê nûnerên nêzî 5 milyon welatiyên sûrî di vê komîteyê de tune ne.

'RÊVEÇÛNÊN XWE DISPÊRIN BERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ'

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb têkildarî mijarê anî ziman ku bingeha rêveçûna danûstanên vê komîteyê xwe dispêre berjewendiyên navneteweyî, nêzbûnên cihêreng û dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê. Mîna rêveçûnên berê ku tu pêşketin ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê bi xwe re neanîn

Hebîb da zanîn ku ev rûniştinê wê mîna yên berê demderbaskirin e û nakevin çarçoveya berjewendiyên gelê Sûriyê û got: "Ev hevdîtin ne ji bo gihandina tu encaman e. Ji ber aliyên ku beşdarî vê komîteyê bûne berjewendiyên neteweyî yên rastîn di ber çavan re nagirin, lê dikevin berjewendiyên pevguhertina aliyên beşdarî vê komîteyê bûne. Ji wê zêdetir jî destwerdanên navneteweyî û herêmî yên beşdarî vê komîteyê hebûn."

Hebîb wiha pê de çû: "Dema destûrek çi bi navê komîteya destûrê yan jî çarçoveyeke din de ji hemû sûriyan re tê nivîsandin, zehmet û dûrî qanûnê ye ku nîqaşa destûrekê were kirin û herêmên dagirkirî hene, çalakiyên terorîstê li herêmên Tirkiyê dagir kirine hene, her wiha tu nûnerên rastîn ên gelek herêman di nivîsandin û nîqaşkirina destûrê de tune ne."

Hebîb destnîşan kir ku divê destpêkê bi rêya têkbirina terorîstê û rizgarkirina herêmên dagirkirî hewayên demokratîk û îstîqrarî bên dabînkirin û dûvre li gorî qonaxa demkî nîqaşkirina destûrê bên destpêkirin ku tê de hemû sûrî beşdar bibin. Hebîb anî ziman ku lê digel rewşên li herêmên dagirkirî û çalakiyên terorê yên domdar zehmet e ku tu serkeftin ji vê komîteyê re çêbibin.

'PEDERSEN ROLEKE WEZÎFEDAR PÊK TÎNE'

Derbarê helwesta nûnerê NY'yê de Hebîb ev tişt got: "Pedersen karmendekî navneteweyî ye rola wezîfî dike û ji bo serkeftina çi xebateke siyasî ya Sûriyê, bi taybet girêdayî komîteya destûrê bi awayekî cidî kar nake. Ji ber ku biryara wî li gorî rewabûna navneteweyî yan jî qanûnên navneteweyî ne biryareke navneteweyî ye, lê di çarçoveya zextên herêmî û navneteweyî de xebatê dike, vîna sûriyan diguhere û vîna hemû dewletan li ser vê bingehê ferz dike."

Hebîb diyar kir ku her tim beriya rûniştinan propagandayan dike ku hêviyên serkeftinê di komîteya destûrê de hene, lê belê piştî rojekê yan jî du rojan ji lidarketina vê rûniştinê binketinê bi xwe re tîne û ji bo vê komîteyê encamên bêhêvî hene.

HELWESTA NAVNETEWEYÎ ŞERMÎNÎ YE

Hevserokê Meclisa Qanûnên a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb helwesta navneteweyî rexne kir û wiha axivî: "Ev helwest li bermaberî krîza Sûriya bi giştî û bi taybet jî li hember qaşo komîteya pir şermînî ye. Ji ber ev komîte mîna min bi bîr xistiye nûnertiya hevkariya rasteqîn a hemû sûriyan nake û dewletên di krîza Sûriyê de aktîf in vê rastiyê dizanin. Lê dewlet û helwestên wan li gorî berjewendiyên navneteweyî yên dûrî berjewendiyên Sûriyê rastî vetoya dewleta Tirk tên. Ji lew re heta vê kêliyê cidiyeta serkeftina tu çi xebateke siyasî heke di komîteya destûrê de yan jî çi rêveçûneke din be tune ne. Ji ber nakokiyên van dewletan hene û Sûriyê bûye qada tesfiyekirina nakokiyên navneteweyî û herêmî."

Derbarê berpirsiyariya hikumeta Şamê û muxalefetê li ser azarên sûriyan de  Hebîb ev tişt anî ziman: "Her yek ji wan xwe alternatîfa yê din pêşkêş dike û xwe dike ku nûnerê gelê Sûriyê ye. Lê di rastiyê de qaşo muxalefet belav û nakok e û nûnertiya sûriyan nake. Her wiha hewl nade pergaleke demokratîk bi beşdariya rasteqîn a hemû hêzên neteweyî li dar bixe. Lê xwe li şûna desthilata heyî ya li Şamê desthilat dibîne."

‛TU TIŞT GIRÊDAYÎ ME TUNE YE Û EM DI AVAKIRINA PERGALA DEMOKRATÎK A NENAVENDÎ DE BERDEWAM IN’

Têkildarî helwesta Rêveberiya Xweser ji vê komîteyê Hebîb wiha xuya kir: "Em ne bawer in ku encamên baş ji xebatên vê komîteyê derkevin ku tenê nûnertiya xwe dike û tu encamên vê komîteyê derkevin ji bo me eleqedar nake. Ji ber em ne beşdar in û em di avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî de berdewam in. Sûriye welatê hemûyan e û dikare hemû pêkhateyan dûrî ajandeyên herêmî û navneteweyî pêşwaz bike."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikumet Hebîb hişyarî li ser vê yekê da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em dibînin ku çi destûr derveyî sînor were nivîsandin, dê bi xwe re azarên ji Sûriyê re bîne û dê wê parçe bike û dê zirareke mezin bigihîne sûriyan. Ji ber kesên divê vê destûrê binivîsin sûriyên welatparêz ên ji hemû pêkhate û hêzên muxalif ên rastîn bin ku baweriya wan bi guhartina Sûriyê heye. Da ku Sûriyeke demokratîk a nenavendî were avakirin ku tê de mafên hemûyan hebe."

(fr)

ANHA