ROJEVA NAVENDA NÛÇEYA A 21-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYA A 21-03-2022
21 adar, 2022   00:00

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya Rêber APO", bi şahiyan Newrozê pîroz dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Tevgera Azadiyê xwedî dîrokeke mezin a têkoşînê ye ku ji Newroza 1973’yan ve ku wek jidayikbûneke entelektuel tê naskirin û li nîvê sedsalekê belav bûye. Dîrokeke bêhempa hatiye afirandin. Ji vejînê ber bi berxwedanê ve, ji xewnê ber bi rastiyê ve. Bêhêvîtî veguherî hêviyê. Her tişt bi Newrozê re bêhtir bi wate bû. Ji dilopan çemen boş û bicoş çêbûn. Newroza îsal berhema wî tovê ye ku 50 sal berê hatiye çandin.

-Pîrozbahiyên duh ên li Bakurê Kurdistanê nîşan didin ku ev Newroz dê ji Newrozên din cudatir be. Di hemû pîrozbahiyên Newrozê yên heta niha de azadiya rêber Abdullah Ocalan tê xwestin û ji bo wê berxwedan dirûşma bingehîn e.

POLÎTÎKA

- Mijara "Komîteya Destûrî" ku di gerên xwe yên berê de tu encam bi xwe re neanîn, dîsa dikeve rojevê. Girêdayî wê Hikmet Hebîb got: "Ev komîte me eleqedar nake. Em ê avakirina sîstema xwe ya navendî ya demokratîk dewam bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA