Malbatên şehîdan: Em amadehiyên Newrozê dikin lê PDK amadehiya êrişan dike

Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku ji bo piştgiriya dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe careke din ber bi qadên gerîla ve birin.  Malbatên şehîdan diyar kir ku gelê Kurd heta astekê sebra xwe li dijî polîtîkayên PDK'ê heye û got “Em xwe ji bo Newrozê amade dikin, lê PDK amadehiya êrişan dike.”

Malbatên şehîdan: Em amadehiyên Newrozê dikin lê PDK amadehiya êrişan dike
20 adar, 2022   10:24
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

PDK piştevanî û hevkariya xwe ya ji dewleta Tirk a dagir re didomîne. Herî dawî, PDK'ê gelek hêzên xwe şandin gundê Banikê yê Heftanînê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Hat ragihandin ku hêzên PDK'ê hewl da li Banikê, Pirbila û derdora wê bi cih bibin û xwestin herêmê bixin bin kontrola xwe. Di demekê de ku gerîlayên HPG-YJA Starê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiyên bibandor dike, PDK'ê hewl dide hêzên gerîla asteng bike.

Malbatên şehîdan ên ji Qamişloyê bertek nîşanî desteka PDK'ê ya ji dewleta Tirk a dagirker re dan.

'RÊ NÎŞANÎ DIJMIN DIDIN'

/kr/uploads/files/2022/03/20/103105_fatma-tahir.webp

Fatma Tahir ku 2 birayên wê şehîd in, bi bîr xist ku li hemû parçeyên Kurdistanê amadekariyên Newrozê hatine kirin û atmosfereke neteweyî pêk hatiye û bang li PDK’ê kir û got: “Dijmin bi pêşengiya wan êrişî çiyayên me, gerîlayên me yên qehreman dike. Ez wan şermezar dikim û vê bang dikim; dest ji vî karî berdin û li cem gelê Kurd cihê xwe bigirin.”

'JI DESTPÊKÊ VE XIYANETÊ DIKIN'

/kr/uploads/files/2022/03/20/102533_sadika-osman.webp

Sadiqa Osman ku birayek û kurekî wê şehîd in, got: "Newroza gelê me yê li ber xwe dide, pîroz dikim. Ji şervanên me yên li eniyên pêş ên berxwedanê re serkeftinê dixwazim. Ez rehma Xwedê ji şehîdên me re dixwazim."

Sadiqa got: “Piştgiriya Barzaniyan a ji bo Tirkan ne nû ye, ji zû ve vê yekê dike. Ji roja destpêkirina tevgera şoreşgerî ya PKK'ê û vir ve ku zêdeyitî 40 sal e, Barzaniyan dest daye destê Tirkan û her tim di nava xiyanetê de ne. Em hêvîdar in ku ji vê rêyê derkevin û bi rêya rast de biçin, yanî rêya şehîdan, berxwedan û azadiyê. Bi rastî jî ji bo me pir giran e ku Kurd dijminatiyê li Kurdan dikin.”

‘MÎNA DEWLETA TIRK DIJMINATIYÊ DIKIN’

/kr/uploads/files/2022/03/20/102601_evn-temir.webp

Evîn Temir birayê gerîlaya YJA Starê Tolhildan Raman ku 28 'ê Tebaxa 2021'an li Xelîfanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate şehîdkirin, got PDK mîna dewleta Tirk dijminatiyê li Kurdan dike û wiha axivî: "Gelê me xwe ji bo cejna xwe ya neteweyî Newrozê amade dike. Ji ber ku ev cejn Kurdan nêzî hev dike. PDK hîna jî pêkanînên xwe yên qirêjî bi dewleta Tirk re dimeşîne. Dibêjin em Kurd in lê li ser navê kurdîtiyê tu berpirsyariyên xwe bi cih naynin. Ew jî mîna Tirkan dijminatiyê dikin.”

Evîn Temir got:  “Me her tim dipirsî ku tu yê heta kengî bi dijmin re bî? Yên ku we şehîd kirin, zarokên vî gelî ne, ne yên Tirkan in. Axa Başûrê Kurdistan ji niha ve bûye herêmeke dagirkirî ya Tirkan. Ew qas baregehên Tirkiyê hene û mîna ku ev têrê nake, PDK hîn jî destekê dide.”

‘DÎROK VÊ YEKÊ DINIVÎSÎNE’

Evîn Temir wiha bi dawî kir: "Em niha şerm dikin ku bêjin 'em şermezar dikin.' Kurd çawa dikarin Kurdan şermezar bikin? Lê belê ya ku kirine hêjayî şermezarkirinê ye. Divê PDK êdî berê xwe bide rêya rast û di van rojên pîroz de ji şaşiyê vegere. Vî gelî heta astekê sebr heye ku tehemulî polîtîkayên wan ên qirêjî bike. Dîrok van tiştan dinivîsîne û dê hesab bide.”