​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin

Ji 15'ê Adarê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirên Newrozê hatin dadan. Derdora 50 komên hunerî xwe ji bo pîrozbahiyên Newrozê amade dikin ku dê li zêdetirî 16 navendan werin lidarxistin.

​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
​​​​​​​Derdora 50 komên hunerî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin
20 adar, 2022   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çirûska yekemîn a meşaleya Newroza 2022'an, di 15'ê Adarê de ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ve hat pêxistin. 17'ê Adarê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li qada avahiya xwe ya li bajarê Reqayê agirê Newrozê dada. Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Baku û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ku bi zimanên kurdî û erebî da Cejna Newrozê li tevahî gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd pîroz kir. Piştre li seranserî herêmê pîrozbahî hatin lidarxistin ku hîna jî berdewam in. Roja 12'ê Adarê wê pîrozbahiyên girseyî yên navendî li hemû bajaran werin lidarxistin.

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk, Desteya Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn di 17'ê Adarê de bi daxuyaniyeke hevbeş navendên ku dê pîrozbahiyên navendî lê werin lidarxistin eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, pîrozbahî wê li Dêrik, Rimêlan, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Til Temir, Dêrazor, Tebqa, Reqa, Minbic, Kobanê, Şehba, Heleb û Şam werin lidarxistin.

Endamê Komîteya Amadekar a Pîrozbahiyên Newroza 2022'an Mesûd Dawud diyar kir ku tevahî amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bi dawî bibin û bang li pêkhateyên herêmê kir ku beşdarî pîrozbahiyên "Newroza azadiya fîzkî ya rêber Abdullah Ocalan" bibin.

Mesûd Dawud da zanîn ku di çarçoveya amadekariyan de, tevahî qad û kolanên giştî hatin xemilandin li piraniya kolanan ji bo amadekariyên pîrozbahiyên navendî meşaleya Newrozê hate pêxistin.

Dawud di berdewama axaftina xwe de Newroza 2022'an li rêber Ocalan, tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan û şervanên azadiyê yên li eniyên şer pîroz kir û got: "Newroza îsal wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan."

Pirî caran, rêxistin û partiyên siyasî, rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl çarvdêriya pîrozbahiyên cejna Newrozê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha saziyên çand û hunerê, wekî Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk, Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser bernameyên pîrozbahiyê amade dikin.

KANTONA QAMIŞLO

Li kantona Qamişlo wê şahî li navçeyên Dêrik, Girêkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê werin lidarxistin.

Li Dêrikê, bi beşdarbûna şêniyên bajar û gundên Koçerat û Beravê wê pîrozbahî were lidarxistin. Di şahiyê de wê komên navenda Çand û Hunerê ya Dicle, wekî koma Alefteriya ya stranan, koma Cûda ya stranan, koma Ava Mezin a şano, koma Şehîd Dijwar a dîlanan û koma Botan a ji Qamişlo çalakiyên hunerî pêşkêş bikin.

Li Girkê Legê jî wê şahiyeke navendî bi beşdarbûna şêniyên Til Koçer û Çilaxa were lidarxistin. Komên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran; komên Serhildan, Serhed û Alanya yên stranan, komên Şehîd Hêvî û koma Şehîd Yekta yên şano, her wiha koma Çekdar a dîlanên erebî beşdar bin.

Şahiya li Tirbespiyê wê li qiraxa Bendava Mizgefê were lidarxistin. Komên navenda Hêzil dê beşdarî pîrozbahiyê bibin ku ji van koman pêk tê; Koma Şehîd Sebrî ya şano, koma Şehîd Bawer a mûzîkê, koma Şehîd Xebat a mûzîkê, koma Şehîd Rêwan a dîlanan, koma Laleş a dîlanan a girêdayî Mala Êzidiyan a Tirbespiyê. Her wiha endamên kevn ên dîlanan ên navenda Hêzil, koma Şehîd Zîlan a mûzîkê ya ji Dirbêsiyê, ji Ewropa hunermend Rojhat Yûnis, hunermend Talib ê ji navenda çand û hunera Til Hemîsê û komên dîlan û mûzîkê yên navenda Şehîd Sasûn a bajarokê Maşûqê wê beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Li Qamişlo jî wê şahiya navendî li qada gundê Hîmo were lidarxistin. Komên girêdayê navenda Mihemed Şêxo, her wiha koma Nûpelda, Koma Sakîne, koma Girbawî, koma Weqfeya Efrîn, koma Qidûrbek, koma Şehîd Welat, koma Şehîd Osman (Bavê Teyar) û stranbêjên herêmî wê beşdarî pîrozbahiyê bibin.

KANTONA HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê wê li devera Sedê Newrozê pîroz bikin. Komên girêdayî navenda Xabûr ku ji koma Tolhildan a stranan, koma Şehîd Emar a dîlanên folklorî, koma Şehîd Şiyar a Şano pêk tê wê beşdar bin. Her wiha Koma Stêrk û hejmarek stranbêjin Kurd û Ereb wê beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Şêniyên Dirbêsiyê wê şahiya Newrozê li gundê Çolbistan li dar bixin. Koma Şehîd Berçem a dîlanan, koma Şehîd Zîlan Kîkan a stranan û hinek stranbêjên navçeyê wê beşdarî şahiyê bibin.

Şêniyên Til Temirê jî wê Newroza xwe li herêma Qesrikê pîroz bikin. Komên Şehîd Şiyar û Zenûbiya yên girêdayê navenda çandê ya navçeyê wê hunerên xwe pêşkêş bikin. Her wiha stranbêjên ji navçeyê Alan Bêwar, Ridwan Nûhî û Amir Elî beşdarî pîrozbahiyê bibin.

KANTONA KOBANÊ

Li bajarê Kobanê bi çavdêriya navenda Baqî Xido, Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Kobanê, navenda Çand û Hunerê ya navçeya Sirîn û Tevgera Hîlala Zêrîn a Sirîn amadekariyên Newrozê tên kirin.

Ji navenda Baqî Xido 6 kom û ji Sirîn wê 2 kom di pîrozbahiyê de hunerên xwe pêşkêş bikin. Komên navenda Baqî Xido ev in: Koma Botan a stranan, koma Şehîd Delîla a dîlanên folklorî, koma Şehîd Sînan a dîlanên folklorî û du komên şano yên zarokan.

Her wiha wê koma Şehîd Hevrîn a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn û koma Gulava ya astengdaran, koma Kulîlkên Buharê ya dîlanên folklorî ya Tevgera Hîlala Zêrîn û koma Şehîd Rojhat ên ji Sirîn beşdarî şahiyê bibin.

HERÊMA EFRÎNÊ

Şêniyên Şehba, koçberên Efrînê, şêniyên navçeyên Şera û Şêrawayê wê pîrozbahiya Newrozê li navçeya Ehdasê li dar bixin.

Ya balkêş di pîrozbahiya îsal de tabloya hunerî bi beşdarbûna 58 endamên Komîna Dîlanên Folklorî were pêşandan. Komîn ji van koman pêk tê, Çiyayê Hawar, Çiyayê Lêlûn, Deşta Cûmê, Şehîd Kurdistan Xemgîn, Şehîd Viyan Soran û Şehîd Ronahî wê di pîrozbahiyê de hunerên xwe nîşan bidin.

HELEB

Li Helebê jî bi beşdarbûna şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê şahiyeke navendî were lidarxistin. Komên girêdayî navenda Cemîl Horo wê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Komên navendê ev in: Agirî, Çiyayê Hawarê, Eşbal, Yekitiya Hunermendan, Koma Kevneşopî, Koma Ciwanan û komek ji pêkhateyê Ereb. Her wiha wê koma Botan a ji Kobanê û hejmarek stranbêj beşdar bibin.

Her wiha wê li Tebqa, Reqa, Dêrezor, Minbic û Şamê jî pîrozbahî werin lidarxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hIMi8mgKuL8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>