​​​​​​​Şêniyên Helebê bi xwepêşandaneke girseyî dagirkirina Efrînê şermezar kir

Di salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê de bi hezaran şêniyên Helebê xwepêşandaneke girseyî ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk ve, koçberkirina şêniyên wê li dar xist.

18 adar, 2022   15:18
HELEBÊ

18’ê Adarê salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê bi darê zorê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye, bi vê boneyê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Her wiha şêniyan hemû dikan, saktor û daîre girtin û berê xwe da qadan ku beşdarî xwepêşandanê bibin.

Bi hezaran şêniyên Helebê û koçberên Efrînê li pêş navenda Hêzên Parastina Civakî ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û çiqilên zeytûn û pankartên "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê" wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û wêneyên rêber Ocalan, sembol û alên kurdî hildan.

Xwepêşandêr li gelek kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gerîn û diruşmên şermezarkirina dagirkerî û bêdengiya navneteweyî berz kirin, banga rizgarkirina Efrîn û vegera koçberan kir.

/ar/uploads/files/2022/03/18/145331_wlat-mamw.webp

Piştî xwepêşandêr gihaştin çerxerêya Zeytûnê ya li taxa Eşrefiyê deqeyeke rêz girt, dûvre endamê rêveber a taxa Şehîd Gelhat Welat Mamo û endama rêveber a Kongra Star Vajîn Ebdo axivîn.

Axêveran hemû şehîdên azadiyê û sivîl ên ku di encama bombebarana dewleta Tirk li dijî kantona Efrînê de gihaştina asta şehadetê de bi bîr anîn û got, bersiva guncaw li ser sûcên dagirkerî pêk tîne ew e ku têkoşîn li hember faşîstan were bilindkirin û berxwedan bi hemû rêbazan were berdewamkirin.

Têkildarî berxwedana ku şêniyên Efrînê yên koçber raber dikin axêveran da zanîn ku bijarteya herî guncaw ji bo jinûve vegerandina tiştên ji efrîniyan hatine standin berxwedana li ser tevahî astan were bilindkirin heta Efrînê rizgar bibe û ji nû ve şêniyên wê lê vegerin.

Bi nûkirina soza şopandina li ser rêya şehîdên azadiyê û pêkanîna hêviyên avakirina welatekî demokratîk û azad û jinûve vegerandina mafan li xwediyên wan ên rasteqîn, axaftin bi dawî bûn.

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê û banga hesabxwestina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser sûên li Efrînê hatine kirin, bi dawî bû.

(fr)

ANHA