​​​​​​​Ji ciwanên PYD'ê pêngava "Civaka paqij welatê paqij ava dike"

Meclisa Ciwanên PYD'ê bi diruşma ''Civaka paqij welatê paqij ava dike'', pêngaveke ragihand. Ciwanên PYD'ê bang li gelê herêmê, di serî de ciwana kir ku beşdarî pêngavê bibin.

​​​​​​​Ji ciwanên PYD'ê pêngava "Civaka paqij welatê paqij ava dike"
18 adar, 2022   15:10
QAMIŞLO

Endamên Meclisa Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişlo li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê pêngaveke ji bo paqijê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "

"Wekî tê zanîn bi armanca pêşxistin û serxistina Şoreşa Çandî ya Apoyî ku li Rojavayê Kurdistan û Bakur-Rojhilatê Sûriyê deng vedide, ji bo tevahî gelên bindest û berxwedêr dibe hêvî, xwe gihiştina  azad û demokratîk jiyankirinê. Di her alî de li dijî polîtîka û kiryarên dagirkeriya pergala kapîtalîst, rêya alternatîf çareseriya  demokratîk nîşan dide. Bi salane têkoşîna ku li dijî talankirina xweza û hawirdor û xerakirina jiyana civakî tê dayîn ji bo me dibe mîrateyek. Gelek tecrûbe û zanebûnên rast ê jiyankirinê pêşketine. Ji bo derbasbûna merhaleya jiyana paqij, civaka paqij û welatekî ku paqij dibe ev dibe firsendek. Derfetên pir mezin hene ku em bikaribin xwe ji qirêji û gemariyên pergala kapîtalist xelas bikin. Fikir û felsefeya ku Rêbêr Apo pêşxistiye ji bo serxistina vana têra xwe rê û rêbazên çareseriyên bingehîn dide. Bi taybet wek xeta pêşeng a ciwantî bi erk û berpirsiyariyên wijdanî û exlaqî em dikarin ji vê re bibin bersiv. Pergala kapîtalist bi taybet li dijî jîngeh û hawirdorê bi armanca berjewendî û karên herî zêde xerakirin, talankirin û qirejkirinê çêdike. Xwezaya ku mirov hembêz dike, xwedî dike û diparêze, wisa lê hatiye ku ji ber qirêjî û gemariyên vê pergalê nikare xwe bike malvanî. Cihê jiyana fereh û xweşik ji holê tê rakirin. Her tişt dixin ji bo berjewendî xwe. Bi çavnebarî û têr nexwariyê li ser civak û xweza êrişên  hov ê talan û xerakirinê tên pêşxistin. 

Bi zanebûn û hişmendiya Şoreşa Çandî ya Apoyî li dijî vana xwe rêxistinkirin û jiyana bi xweza û hawirdor li hevkirî avakirin erkê me yê demê ye. Li ser van esasan em hemleya parastina xweza û jiyana civakî ya ‘’CIVAKA PAQIJ WELATÊ PAQIJ AVA DIKE’’ radigihînin. Em bang li hemû ciwan û gelê xwe dikin tev li vê hemlê bibin da kû em jiyana civakî û xwezaya xwe biparêzin."

ANHA