Xwepêşandêrên li Dera banga "Serbestberdana girtiyan û hilweşandina rejîma Esed" kir

Îro bi dehan gelê bajarê Derayê ji bo hilweşandina rejîma Esed û û serbestberdana girtiyan daketin qadan.

Xwepêşandêrên li Dera banga "Serbestberdana girtiyan û hilweşandina rejîma Esed" kir
18 adar, 2022   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku tevî Dera hatiye dorpêçkirin, lê dîsa jî gelê wê daketin qadan.

Li aliyekî din jî li bajarê Tefes ê rojavayê Derayê meşek li dar ket, di heman demê de li ser dîwanên bajarê Dail "Azadî ji girtiyên di zindanên rejîmê de" hatin nivîsandin.

Ev xwepêşandan hemwextî salvegera 11`emîn a kuştina her du ciwanên sûrî ên destpêkê yên ji Derayê "Mehmûd El-Cewabîra û Hûsam Eyaş" tên lidarxisitn.

Aloziya Sûriyê 11 sal li pey xwe hiştin û di dirêjahiya van salan de, bi deh hezaran kes hatin girtin, bi milyonan kes koçber bûn û 610 hezar kes jî hatin kuştin.

(eh)