Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir

Bi boneya salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê, bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û got: "Berxwedan yekane rêya vegera birûmet e."

Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkirina Efrînê şermezar kir
18 adar, 2022   14:07
ŞEHBA

Bi boneya salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê û bi dirûşma "4 sal li ser mirina wijdanê mirovahiyê Efrîn tê qirkirin demografî û çanda wê tê guhertin", bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê daketin qadan.

Meş ji têketina navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê kir û li qada Siwaqe rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso axivî û got: "Mana gel li Şehbayê garantiya vegera li Efrînê ye."

ꞌMANA GEL LI ŞEHBAYÊ ISBATA GIRÊDANA WAN BI EFRÎNÊ DIKEꞌ

/ar/uploads/files/2022/03/18/120839_ghryb-hsw-5b1600x12005d.webp

Xerîb Hiso ev li gotina xwe zêde kir: "Ji beriya 4 salan ve em dûrî erdnîgariya Efrînê dijîn, lê rih û hestên me li hundirê wê mane ji lewma mana gelê me li vir peyameke ku gelê Efrînê bi axa xwe ve girêdayî ne."

Xerîb Hiso diyar kir ji beriya 4 salan ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên hovane li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin, ji ber ku kurd in.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso îşaret bi pirrengiya çandên li Efrînê kir û got: "Beriya niha gelek pêkhate li Efrînê dijiyan, lê îro em wê pirrengiya çandî û etnîkî nabînin, ev jî nîjadperestiya dijmin û qebûlnekirina wê muzayîkê nîşan dide."

ꞌVÎNA GEL GARANTIYA VEGERÊ YEꞌ

Endama rêveber a Kongra Star a Kantona Efrînê ya dagirkirî Rîhan Elo axivî û got: "Madam gelê Efrînê li ber xwe dide, dê dagirkirî nemîne. Bi saya berxwedana gelê me, em ê vegerin Efrînê."

Rîhan Elo ev li gotina xwe zêde kir: "Têkoşîna jinên Efrînê ya li hember dijmin dê berdewam bike. Dê şopdarên rêya şehîdan bin mîna Avesta, Barîn û bi hezaran mîna wan. Em ê têkoşînê mezin bikin."

 (eh)

ANHA