Li kampa Holê şewat… zarokekî jiyana xwe ji dest da

Di encama şewatekê de li kampa Holê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din birîndar  bûn.

Li kampa Holê şewat… zarokekî jiyana xwe ji dest da
18 adar, 2022   13:44
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji kampê ragihand ku şewatek li beşa çaran a kampa Holê pêk hat. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din ji heman malbatê birîndar bûn.

Sedema şewatê nehat zanîn.

Kampa Holê ji xetertirîn kampên li cîhanê ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin.

Li gorî daneyên dawîn di kampê de, 57 hezar û 460 kes hene, piraniya wan jin û zarok in. Di nav de penaberên iraqî, koçberên sûrî, zarokên DAIŞ`ê yên ji 54 welatên biyanî hene.

(şx)

ANHA