Di salvegra 50`yemîn ya Tevgera Azadiyê de klîba bi navê "Garê Newroz e" derket

Tev-Çand a Mezopotamya bi boneya hatina Newroza 50 saliyê ya ku bi derketina PKK`ê re hatiye geşkirin; stranek bi navê “Garê Newroz e” derxist. Ev nav bi mebesta ku agirê Kawayê hesinkar li Garê destpêkê hatibû vêxistin hatiye binavkirin.

Di salvegra 50`yemîn ya Tevgera Azadiyê de klîba bi navê "Garê Newroz e" derket
18 adar, 2022   11:54
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya, stranek bi navê “Garê Newroz e” derxist, kilîb bi tevlîbûna Koma Agirî û di tomargeha Navenda Serdem a Muzîkê de hatiye hazirkirin.

Stran balê dikşîne ser qonaxên êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana ku ji aliyê HPG’ê û YJA Starê ve tê kirin. Her wiha berxwedana Garê bi berdewamkirina Newrozê pênase dike.

/ar/uploads/files/2022/03/18/094701_img_0025.webp

Hunermend Baran Dilbuhar ji me re sernav û naveroka strana “Garê Newroz e” şîrove kir û got: “Çiyayê Garê dibe sembol û jêdera Newrozê, 612 beriya zayînê agirê Newrozê li Garê hatiye vêxistin; wê demê Med bi Babîlê re rêkeftinekê çêdikin, paşê êrişî Neynewa dikin. Êrişkirina wan ji Neynewa re ji çiyayê Garê dest pê dike, wê demê agirê Kawayê hesinkar li Garê pêdikeve. Li ser vî esasî me stran bi vî navî derxistiye.”

Baran Dilbuhar armanca ji derxistina strana “Garê Newroz e” di Newroza 2022`an de eşkere kir û da zanîn ku armanc ji derxistina stranê ew e ku Newroza 2022`yan ku dibe 50`î saliya derketina hîmê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK bi pêşengtiya rêber Abdullah Ocalan e û got: “Derketina Rêber Apo derketina rojeke nû ye, derketina PKK`ê jî derketina agirê Newroza Mezlûm Doxan e. Ji ber ku beriya derketina PKK`ê Newroz nemabû, me di malan de bi şewqa biçûk a çirayê Newroza xwe pîroz dikir.”

Rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Bi komeke biçûk, bi hêviyekî gelekî kêm û amadekariyeke zehf kêm me hewl da bihara 1973’yan pêşwazî bikin. Me got em di wê roja Newrozê de navê welatê xwe bînin ziman û me got, ‘Ev der Kurdistan e’.”

ANHA