​​​​​​​MSD: Rizgarkirina Efrînê karê me yê sereke ye

MSD`ê diyar kir ku doza rizgarkirina Efrînê ji karên wan ên sereke ye û got "Di heman demê ev destpêka vegera serweriya Sûriyê ye ku hêzên herêmî û navneteweyî mudaxeleya wê kir."

​​​​​​​MSD: Rizgarkirina Efrînê karê me yê sereke ye
17 adar, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya MSD`ê de ev hate gotin: "Piştî berxwedana 58 rojan ku gelê Efrîn, YPJ, YPG û Hêzên Parastina Civakî berxwedaneke qehremane nîşan dan, 18 Adara 2018`an dewleta Tirk û çeteyên wê ku piraniya wan ji rêxistinên terrorist ên ji 50 dewletan hatinbûn, Efrîn dagir kir.

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Di encama êrişên dewleta Tirk de piraniya gelê Efrînê ji warên xwe derketin, her wiha di encama dagirkirinê de demgrafiya Efrîn û şaristaniya wê hate guhartin û kareset pêk hat."

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku ruxmî vê yekê gelê Efrînê û rêveberiya wê ya xweser a demokratîk israra berdewamkirina xeta berxwedanê kir û berdêlên giran dan. Li hemberî vê yekê civata navneteweyî bê deng ma, piraniya welatan piştgiriya dewleta Tirk kir û gelê Efrînê û Sûriyê xapandin. Tenê bi çend daxuyaniyan kiryarên dagirkeran şermezar kirin. Ev jî isbat dike ku destên wan di dagirkirina Efrînê de heye.

Di berdewama daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Li aliyekî em banga rakirina dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re dikin û li aliyekî din jî em dibêjin, doza rizgarkirina vî bajarî ji karên me yên sereke ye ji ber ku ji Efrînê serweriya Sûriyê vedigere. Her wiha em bang li NY`yê dikin ku li hemberî vegera niştecihên Efrînê li warên xwe û rakirina hemû siyasetên guhartina demografiyê bi erka xwe rabe û garantiya vegera welatiyan bide. Di heman demê têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê komîteyan ava bike û dest bi lêpirsînê bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de MSD`ê bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyê kir ku hevgirtina xwe ava bikin, da ku Efrîn û tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bikin.

(eh)

ANHA