'Rûsya Ukraynayê dagir nake, lê rewş xetertir dibe'

Pisporê Meclisa Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê Kirill Semenov got, gelekî dûr e Rûsya Ukraynayê dagir bike. Lê lêkolînerê peymangeha Lêkolînên Siyaseta Derve ya Amerîkayê Maximillian Hess hişyarî da ku rewş gelek xeter e û şaştî encamên xeter bi xwe re tînin.

'Rûsya Ukraynayê dagir nake, lê rewş xetertir dibe'
15 adar, 2022   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gel piştgiriya dewletên rojavayî ji Ukraynayê re, tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê berdewam e. Li aliyekî din dewletên rojavayî cezayên giran dan Rûsyayê. Hemwextî wê mûzakere di navbera Rûsan û Ukraynayiyan de li dar dikevin.

Li gorî nirxandin û raporan, Rûsya bi rêya tevgerên xwe yên leşkerî dixwaze peyameke xurt bide rojava û NATO`yê, Pûtîn dixwaze pergalak cîhanî ya nû ava bike ku Moskov mîna rojên berê dema Yekitiya Sovyet li ser lingan bû, rolek di siyaseta cîhanî de bilîze. Nexasim dema got: “Hilweşîne Yekitiya Sovyet di serdema 20`an de trajediyeke jeopolîtîk a herî mezin bû.”

Nakokiyên di navbera Rûsya li aliyekî û Ukrayna û dewletên rojava li aliyekî din de berdewam in û xeterî zêdetir dibin. Ji ber daxwazên her du aliyan (Rûsya û Ukraynayê) ji hev dûr in û nayên pêkanîn, xeterî zêdetir dibin. Li gorî daneyan, listika “şikandina hestî” berdewam e. Ev yek wisa ji xwe ne tesaduf e, nexsim ku NATO, 14`ê Adarê tedbîqatên berfireh li Norwêcê pêk anîn da ku hêza xwe ya parastinê welatekî endamê NATO`yê ji destwerdana derve bicerbîne.

Derdora 30 hezar leşker, 200 balafir û keştiyên 27 dewletan tev li tedbîqatên “Cold Response 2022`an” bûn. Ev tedbîqat dê alîkariya artêşên rojavayî bike ku di şer de, tevî şertên hewayê yên dijwar çi li ser erdê yan jî li derya yan jî li Hewayê xurtir bibin nexasim li Arktîkê (Arctic).

Wezîrê parastinê yê Norwêcê Odd Roger Enoxen ji AFP`yê re got: “Ji bo ewlehiya Norwêc û NATO`yê perwerde (Tedbîqat) gelek girîng e.”

Enoxen wiha domand: “Ev perwerde ji bo operasyona leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê li dar nakeve, lê ji ber destwerdanê girîngtir dibe.”

Gelo heta kijan astê dê Pûtîn tevgera xwe ya leşkerî ya li Ukraynayê berdewam bike, gelo dê vekişe yan na? Li gorî rapora rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê "Tiştek teqez heye, Pûtîn bi îsrar e". Encamên tevgera leşkerî ya Rûsya li pêşiya wî nebin bend. Berovajî wê êdî nikare paşde vegere. Çiqas şer dijwar bibe û qurbanî zêde bibin, fişar li ser zêde dibin ku destkeftiyên rastîn bi dest bixe.

Der barê armanca Pûtîn ji vê tevgerê de, lêkolînerê Peymangeha Lêkolînên Siyaseta Derve ya Amerîkayê Maximillian Hess ji ajansa me re axivî û got: “Pûtîn diyar kir ku ew hewl dide dewleta Ukraynayê tune bike. Hicetên wî yên têkildarî NATO`yê beşek ji propagandaya xwecih bû. Daxwazên wî di dan û standinan de nehatin guhertin, heta ku artêşa Rûsyayê gelek windahî dan. Xuyaye ew amade ye êrişên hovane yên li dijî bajaran berdewam bike. Lê ez difikirim ku ew hîna ji vebijêrkên din re ne amade ye. Lê ceza dê aboriya Rûsyayê wêran bike. Ev jî metirsiyên siyasî yên rastîn çêdikin.”

Di çend hefteyên dawîn de nakokiyeke mezin di têkiliyên navbera Rûsya li aliyekî û DYA, NATO`yê li aliyekî din de hebû, ji ber ku pêşniyarên Moskovê red kirin ku garantiyên ewlehiyê yên fermî bidin wê.

Ji bo ku NATO li rojhilat firehtir nebe, Moskov ji NATO`yê garantiyan dixwaze ku çek li nêzî sînorên wê belav neke. Moskov vê yekê li ser ewlehiya xwe gefeke mezin bi nav dike. Ji ber ku moşekên Amerîkayê dê di çend deqeyan de bigihêjin Moskovê. Her wiha Rûsya dixwaze hêzên leşkerî û binesaziya NATO`yê ya li Ewropayê vegera rewşa xwe ya berê ya sala 1997`an, dema qanûna damezrîner a têkiliyên hevbeş, hevkarî û ewlehiyê di navbera Rûsya û NATO`yê de hatiye îmzekirin. Lê axaftina Moskovê ku “naziyên nû û netewperest” hene, tenê bi vê yekê dixwaze bi hestên rojavayî û hundirê Rûsyayê bilîze. Ji ber wê, mijara ku herî zêde Moskov hesaba wê dike, tevlêbûna Kîev ji NATO`yê re ye. Li gorî Moskovê ev li ser hebûna Rûsyayê xeter e û dibe sedem ku li hember NATO`yê bisekine.

Pisporê Meclisa Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê Kirill Semenov ji ajansê re axivî û beha armancên Rûsyayê ji destwerdanê kir û got: “Moskov naxwaze Kîev tev li NATO`yê bibe. Divê serxwebûna komarên Luhansk û Donetsk û Qirimê nas bike.”

/kr/uploads/files/2022/03/15/064136_-.webp

Semenov destnîşan kir ku gelek zehmet e armanc û erkên leşkerî diyar bike lê dagirkirina Ukraynayê bi giştî bi destê Rûsyayê dûr xist û got, ne pêkane şerek di navbera Rûsya û NATO`yê de rû bide, ji ber ku hêzên çekdar ên NATO`yê ne di vî şerî de ne.

Maximillian jî hişyarî da ku di hawîrodeke xeter e de, şaştî dê encamên xeter bi xwe re bîne.

(şx)

ANHA