Ji hevgirtina civakan ditirsin

Ji hevgirtina civakan ditirsin
15 adar, 2022   06:39

SÎPAN SILO

Di nêrîna biyaniyan de civaka Êzidî komeke olî ye û gelek axaftin berovajî li dijî wan hatin kirin, her wiha zêdetirî 70 ferman û qatlîam li hemberî wan kirin.

Li Şengala êzidiyan di çend salên dawî de êriş, siyasetên dûrxistin û înkarkirinê ji aliyê hikumetên PDK û Iraqê ve hatin kirin. Her du hikumet ji bo kontrolkirina vê herêmê di nav nakokiyan de ne.

Di demekê de ku em qala Şengal û êzidiyan dikin, em nikarin hebûna gundên Kurd û Erebên misliman ên Şengalê  înkar bikin ku rewşa wan ji ya êzidiyan ne dûr e. Ew jî rastî paşguhkirinê hatin, lê hindik be jî her du hikumetan maf dane wan da ku fitne û cûdahiyê di navbera wan û civaka êzidî de derxîne.

PDK û hikumeta Iraqê nakokiyên olî û neteweyî di navbera pêkhateyên Şengalê de gûr dikirin. Rewş bi vî awayî dewam kir heta 3'ê Tebaxa 2014'an ku çeteyên DAIŞ'ê êrişên qirkirinê li ser Şengalê dan destpêkirin. Li vir em dikarin bêjin ku di demekê de ku hewldanên xurtkirina van nakokiyan dihatin kirin DAIŞ'ê jî sûd ji vê rewşê wergirt.

Başe DAIŞ'ê bi çi awayî ji vê yekê sûd wergirt? bersiva herî rast ev e, dema DAIŞ’ê amadekariya êrişê dikir, hin nijadperest û mezhebperestên ku di mejiyên wan de ku êzidî "kafir in" hatibû çandin, divê ew werin kuştin û nabe bi mislimanan re bijîn, li benda êrişî bûn. Helbet ya ku ev fikir xurt kiriye siyasetên nijadperestiyê yên li dijî êzidiyên li Iraq û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê ne. Bi vê yekê hewl dan ku rewşa Şengalê wek wê bihêlin, ji ber ji yekitiya civakan û hevgirtina wan ditirsin û dizanin ku ger hevgirtî bin dê hemû planên wan bi bin kevin û nikarin bi zihniyeta xwe ya kevin di desthilatê de bimînin.

Her wiha ji ber ku dizanin hevgirtin û dûrketina ji nakokiyan ji sedemên girîng ên serkeftinê ne. Mebesta me ji vê yekê serkeftina li hembr desthilata a despotî ye.

Ji bo ku ev mijar were zelakirin, em dikarin mînakekî bigirin dest; li Başûrê Kurdistanê bi taybet li herêmên derdora Dihokê hin oldarên ku têkiliya wan bi hikumetê re hene propaganda dikir ku divê sebze û fêkiyên ku cotkarên êzidî diçînin, nekirin û divê ciwanên êzidî li xwaringehan nexebitin û îdia dikirin ku pariya nan ji destên wan heram e.

Li Iraqê jî rewşa êzidiyan ne baş bû. Bi dehan ciwanên êzidî yên li bajarên Iraqê dixebitîn di salên borî de bi taybet di 2007’an de rastî qetilkirinê hatin. Kesên ku ev komkujî kirine nayên zanîn û aliyên ewlehiyê lêpirsîn venekirin û heta piştî fermana dawî û beriya wan di navbera 2013 heta 2017’an de jî 5 ciwanên êzidî tenê li Bexda hatin qetilkirin.

Li Şengalê, piştî YBŞ û Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin damezrandin, erebên li Şengalê jî tev lê bûn û tûgayeke şervanên Ereb di nava yekîneyan de heye. Di salvgera fermana 2014’an de yek ji fermandarên Ereb ên tûgayê bi navê Xelîl Ereb wiha got: "Kombûna me ya niha û jiyîna biewle li ser vê xakê, bi saya hevalên ku canê xwe daye. Piştî avakirina YBŞ’ê li herêmê tevahî pêkhateyên herêmê di bin sîwana yekitiya gelan de bûn yek û bi hev re DAIŞ’ê têk birin. Ji ber ku pêkhateyên ereb û êzidî di yek xendekê de şer dikin, bi rêya berxwedanê çeteyên DAIŞ’ê têk birin."

Hikumeta Kazimî beriya çend rojan biryar da ku di navbera gundên ereban û yên êzidiyan de danîn bi taybet li gundên nêzî sînorê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve sînor werin.

Bê guman ev gaveke, li pey wê siyaset hene û ne nû ne, lê bi rêbazên cuda nû dikin. Ji hiştina Şengalê wekî herêmeke bi nakok, vekirina rê li pêşiya êrişên DAIŞ û vekişîna hêzên PDK û artêşa Iraqê ji Şengalê bigire, heta peymana 9’ê Cotmeha 2020’an, êrişên domdar ên dewleta Tirk û danîna sînoran ji bo qutkirina gundan ji hev, ev hemû di çarçoveya heman siyasetê de têne kirin.

Plan wiha bû; derxistina ereban li dijî êzidiyan. Ji bo vê yekê tawanên ku PKK`ê Şengalê kontrol dike bi kar anîn da ku fîtneyan di navbera kurdan û ereband de derxin.

Li vir dixwazin êzidiyan li pêş çavên ereban li herêmên din reş bikin, fikrê ku ''gundên ereb di xeteriya êrişên êzidiyên ku dixwazin êriş bikin û tola xwe ji DAIŞ’ê hildin de ne'' belav bikin. Bi qutkirina wan gundan ji hev, hewl didin hevgirtina ereb û êzidiyên di Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî de derbe bikin.

Lê berteka ji hêla eşîrên ereb û êzidiyan li hemberî danîna sînoran parçeyeke mezin ji vê planê bi bin xist.

Di 13’yê vê Adarê de welatiyên êzidî û ereb ên li Şengalê li dijî biryara hikumeta Kazimî ya danîna sînor di navbera gundên Şengalê meşiyan.

Li vir divê em mijara 4 ciwanên êzidî ku cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn bi bîr bînin ku dadgeha cînayetan li parêzgeha Nînewa ya Iraqê di 21’yê Nîsana 2021’an de biryar da ku 4 ciwanên êzidî werin darvekirin; Seîd Xidir Sedo (2001), Farûq Feysel Hema (1999), Ehmed Faris Salih (2002) û Şeilan Ilyas Qasim (1999).

Hêzên ewlehiya Iraqê ew ciwan bi tawana 2 ciwan ji eşîra Şemer di 16’ê Îlona 2020’an de li ser rêya di navbera gundê Til Ezîz û Şengalê de qetil kirine, girtin.

Hemû dizanin û heta Şemer jî dizane ku ev bûyera bi vê mezinbûnê bi armanca têkbirina têkiliya di navbera Şemer û êzidiyan de ye. Lê ji ber bi van rêbazan nikarî ew yek bikirana sînor danîn.

Pirsa girîng li vir; heke ev plana wan jî hate têkbirin, gelo dê çi rêbazeke din pêk bînin ku siyasetên xwe yên dijberiyê nû bikin?