Pîrozbahiyên Newrozê li Qamişlo dest pê kirin

Pîrozbahên Newroza 2022`yan li Qamişlo bi gurkirina agir dest pê kirin. Di şahiyê de Meclisa Gel a Qamişlo navê Şehîd Rênas li kolaneke taxa Kornîş kir.

Pîrozbahiyên Newrozê li Qamişlo dest pê kirin
Pîrozbahiyên Newrozê li Qamişlo dest pê kirin
Pîrozbahiyên Newrozê li Qamişlo dest pê kirin
Pîrozbahiyên Newrozê li Qamişlo dest pê kirin
Pîrozbahiyên Newrozê li Qamişlo dest pê kirin
Pîrozbahiyên Newrozê li Qamişlo dest pê kirin
14 adar, 2022   17:14
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna 21'ê Adarê Cejina Newrozê, şêniyên taxa Kornîşa bi dirûşma “Newroza 2022'yan li Rêber Apo û hemû gelê me pîroz be” pîrozbahiya yekemîn a Newroza îsal bi amadebûna şêniyên taxê li dar xist.

Di şahiyê de Meclisa Gel a Qamişlo, kolana berê ya bi navê Karîzê dihat naskirin bi “Şehîd Rênas” bi nav kir.

Dayika şehîd Rênas Keleş, Subhiya Sebrî perdeya li ser wêneyê Şehîd Rênas ku li ketina kolanê hatiye daliqandin rakir û axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişlo Mesûd Dawûd Newroza 2022`yan li tevahî gel, Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG û YJA Starê  pîroz û got: “Em ê bibin bersivek tund ji hemû plan û gefên li ser herêmên me tê kirin.”

Di şahiyê de agirê Newrozê bi destê dayikên şehîdan hat dadan.

Şervanê YPG'ê Rênas Keleş (Dilbirîn) sala 2014'an di pêngava rizgarkirina navçeya Til Birakê ji çeteyan de şehîd bû.

(sb)

ANHA