Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan

Li bajarê Hesekê agirê Newrozê  bi şahiyekê hate dadan.

Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan
14 adar, 2022   15:27
HESEKÊ

Bi boneya nêzîkbûna Cejna Newrozê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşma "Newroz azadiya rêber APO" şahiyeke li dar xist.

Pîrzobahî li dibistana Seyfudewla ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, hêzên leşkerî û ewlehî hate lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên TEV-DEM û QSD, pankartên bi nivîsên "Newroza 2022'yan pîroz be", "Îsal sala serkeftinê ye", "Werin cenga azadiyê" û "Azadiya rêber Ocalan azadiya gelên bindest e" hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin û dadana agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir.

Paşê, endama Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Medya Ebdurehman axivî, Newroz li tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got: "Meşleya ku Kawayê Hesinkar venemirî ye, ku rêya gelên herêmê ber bi azadî û aştiyiê û xilaskirina civakan ji zulmê ve ronî dike."

Di şahiyê de komên stran, şano û dîlan  berhemên xwe pêşkêş kirine. Beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ANHA