Partiya Sûriya Pêşerojê: Jiyana hevbeş planên hikumeta Şamê têk bir

Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 18'emîn a Serhildana Qamişlo got: "Famkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastiya dîrokî, jiyana hevbeş û yekitiya çarenûsa tevahî fitne û planên hikumeta Şamê têk birin."

Partiya Sûriya Pêşerojê: Jiyana hevbeş planên hikumeta Şamê têk bir
13 adar, 2022   13:55
TEBQA

Bi boneya salvegera 18'emîn a salvagera Serhildana 12'ê Adarê ya Qamişlo Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê daxuyanî da. Daxuyanî bi kombûna endamên meclisê li ber avahiya meclisê ve hate xwendin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El-Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hikumeta Şamê her tim ji bo derxistina fitne û nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de dixebite, şaxên wê yên ewlehiyê maça futbolê ya di navbera tîmên Cîhad û Fitiwê de bi kar anîn û fîşek li hezkiriyên tîma Cîhad reşand. Di encamê de welatî şehîd bûn û bi hezara hatin girtin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku naskirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rastiyên dîrokê, aştiya navxweyî, jiyana hevbeş, biratiya gelan, û yekitiya çarenûsî tevahî fitne û planên rejîma netewperest a şovenîst têk bir.

Meclisê bang li civata navneteweyî û raya giştî ya cîhanê kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, azarên gelê Sûriyê rawestînin, destwerdanên derve bisekinin, hêzên dagirker jê derxînin û li gorî biryara 2254 tev bigerin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê hate kirin ku ji bo bidawîkirina aloziyê, pêkanîna guhertina demokratîk da ku Sûriyeke demokratîk, nenavendî ya pirrengî were avakirin, têkbikoşin.

ANHA