Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn

Li kantona Hesekê bi boneya salvegera 18'emîn a Serhildana Qamişlo çalakiyên cûda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga pêkanîna guhertina demokratîk û avakirina sîstemeke pirengî ya nenavendî hate kirin.

Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn
Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn
Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn
Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn
Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn
Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn
Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn
Li Hesekê bi çalakiyên cûda Serhildana Qamişlo hate bibîranîn
12 adar, 2022   15:43
HESEKÊ

Li Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê û Holê bi boneya salvegera 18'emîn a Serhildana Qamişlo çalakiyên cûda hatin lidarxistin.

Meclisên navçeyên Dirbêsiyê, Şedadê, Til Temirê û navçeya bakur a Hesekê yên kantona Hesekê daxuyaniyeke hevpar da.

Daxuyaniya li Dirbêsiyê bi amadebûna bi dehan endamên meclisê li qada Şehîdan ji aliyê hevseroka meclisê Terfa Welî ve hate xwendin. Her wiha daxuyaniya Meclisa Şedadê li qada avahiya meclisê ji aliyê endamê meclisê Fadil Hisên ve û daxuyaniya meclisên navçeya bakur ji aliyê hevseroka meclisa navçeya bakur Remedan Fetah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di demekê de ku civaka Sûriyê di aloziyeke siyasî, aborî û ewlehî û dagirkirinê de ye, desthilata Şamê hîna dev ji zihniyeta xwe bernedaye û li gavên cidî ku karibe jiyana gelê pêş bixe û ber bi ewlehî û istiqrarê ve bibe, gavên cidî navêje.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku Serhildana 12'ê Adarê destpêka bilindkirina dengê azadiyê, hilweşandina rejîma despot û ya netewperestî ye ku bi salan siyasetên dûrxistin û înkarkirinê li dijî gelê Kurd dimeşand.

Di daxuyaniyên meclisan de soz hate dayîn ku dê gav pêş de bavêjin û têkoşînê bidomînin heta ku tevahî daxwazên Serhildana 12'ê Adar û avakirina civakeke demokratîk a pirrengî pêk werin.

Piştî xwendina daxuyaniyan diruşmeyên silavkirina Serhildana 12'ê Adarê hatin berzkirin.

TIL TEMIR

Bi heman armancê Meclisa Mablatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada avahiya meclisê ji aliyê endamê rêveber ê PYD'ê Idrîs Yûnis ve hate xwendin

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Serhildana Qamişlo ya 2004'an di dîroka nûjen a Sûriyê de xeleke veguhertinê ya girîng bû, rejîma Baas bi rêya wê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxîne. Bûyerên wê demê  ku di  maça futbolê ya di navbera tîmên Fitiwê û Cîhad de rû dabûn hatibûn plankirin, di encama tundî û serdegirtina bêserûber de bi dehan Kurd şehîd bû û gelek jê jî birîndar bûbûn."

Her wiha hate gotin ku komkujiya li Qamişlo bi destê kesên ku ji salan ve demokrasiyê li Sûriyeyê qedexe dikin, hatibû kirin û wiha hate domandin: "Mîna her car hikumeta Şamê bi zihniyeta dewleta şovenîst nêzî serhildêrên 12’ê Adarê bû ku her tim hewl dide dijminahî û cudabûnê di navbera gelan de derxîne. Ev hikumet xwe dispêre fikirê pergala yekalî ku li dijî demokrasiyê ye û xwest rê li pêşiya pêkanîna yekitiyê di navbera gelan de bigire, ji ber ku cewhera wê li ser siyaseta parçebûnê ava bûye."

Meclisa Malbatên Şehîdan ev rêgez bi derketina tevgerên tundrew mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û gelek komên din ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, berpirsên encamên ku niha li ser qada Sûriyê derketine û li pêşiya çareseriyê astengiyan çêdikin.

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin: "Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre sîstemeke demokratîk a ku fikrê hemû gelan kom dike û wan dike yeke ava bûye. Vê şoreşê yekitiyeke civakî ava kir ku niha li hember hemû dijberên hêviyên azad ên gelên herêmê ne, li ber xwe dide."

Meclisê da zanîn ku ev proje wê Sûriyê bi rêve bibe da ku ji şoreşa demokratîk a li herêmê re bibe pêşeng da ku ev herêm careke din bibin navenda şaristaniya demokratîk. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna aştî û istiqrarê li tevahî Sûriyeyê dixebitin. Îsrara me ya li ser çareseriya demokratîk, diyalog û têkoşîna li dijî terorê da ku rê li ber parçebûna Sûriyeyê bigirin û yekitiya gelên wê ava bikin da karibin Sûriyeyê li hemberî her cure êriş xurt bike."

HOL

Rêxistina PYD'ê ya navçeya Holê jî semînerek li ser Serhildana Qamişlo, sedem, bandor û encamên wê, qonaxên pêşketina heta destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê da.

Semîner bi amadebûna bi dehan endamên partiyê, şênî û rûpsiyên navçeyê ji aliyê endamê rêveber ê PYD'ê Emar Mûsa ve hate dayîn.

Emar Mûsa anî ziman ku hikumetê werzîş bi kar anî da ku berjewendî û armancên xwe li herêmê pêk bîne û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne.

Mûsa da zanîn ku jiyana hevbeş, hevgirtina pêkhateyan di serhdanê de hewldanên rejîmê vala derxist û got: "Yekitiya pêkhateyan û zanebûna siyasetmedar, rewşenbîr û tevahî gelên Rojava herêm ji şerekî navxweyî dûrxist."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serhildana Qamişlo tovê şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an bû.

ANHA