​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê serdana goristana şehîdên 12'ê Adarê kir

Şêniyên kantona Qamişloyê îro berê xwe da goristana şehîdan û şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn.         

12 adar, 2022   14:07
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi boneya 18'emîn salvegera Serhildana Qamişloyê li bajarokên Til Marûf û Helwê serdana gorên 2 şehîdan kirin.

Şêniyên Til Marûf û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li dor gora şehîd Ziyad Îbrahîm Yûsif kom bûn, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Hecî Ebdî Xelef şehîdên Serhildana Qamişloyê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Hecî Ebdî Xelef her wiha piştrast kir ku çirûska serhildanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê jî berdewam e û hikumeta Şamê bersiva daxwazên gelê Kurd nedaye û heta niha jî siyaseta xwe ya tunekirinê didomîne.

Piştre şêniyan serdana gora şehîd Mihemed Emîn Seyêd a li bajarokê Helwê kir û pismamê şehîd Hesen Mihemed destnîşan kir ku Serhildana Qamişlo û xwîna şehîdên vala neçû û encamê wê jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.    

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li bajarokê Abirê yê navçeya Çilaxa, şehîd Ehmed Merî yê di Serhildana 12`ê Adarê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Şehîd Ehmed Merî li ser gora xwe hate bîranîn û piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan li Çilaxa Hisên Îsa axivî û şehîdên Serhildana Qamişloyê bi bîr anîn.

Hisên Îsa diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû planên hikumeta Şamê yên bi armanca derxistina fitneyan bi saya felsefeya neteweya demokratik têk birin.

Bavê şehîd Merî Mihemed hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Serhildana 12`ê Adarê ya 2004`an, bingeha destpêkirina şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

DÊRIK

Bi heman wesîleyê bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û herêmên Koçeratan û Beravê, her wiha şandeyên partiyên siyasî, oldar û nûnerên saziyên civaka sivîl li Qada Azadî ya Dêrikê kom bûn.

Şêniyan şehîd Welîd Şahîn û Hisên Hesen li ser gorên wan bi bîr anîn. Merasîma bîranîna şehîdên 12`ê Adarê piştî danîna gulan li ser gorên her du şehîdan, bi dawî bû.

TIL BERAK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ReS4L-zqEtg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Navçeya Til Berak têkildarî Serhildana 12`ê Adarê li qada meclisê, daxuyaniyek da. Endamê rêveber ê Meclisê Wenas Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Rihê berxwedana 12`ê Adarê bingeha Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye, li dijî terorê û dagirkeriyê hemû pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava kirin û bi armanca avakirina Sûriyeke demokratîk, Rêveberiya Xweser a Demorkatîk ava kirin.

Em Rêveberiya Demokratîk şehîdên 12`ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Li aliyekî din jî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza berdewamkirina têkoşînê heta mîsogerkirina armancên şehîdan didin."

(dx-eh)

ANHA