​​​​​​​Şêwira jinan bi dawî bû

Şêwira jinên Kurd ku KNK û Yekitiya Jinan a Kurdistanê li Silêmaniyê li dar xist, bi encamnameyekê bi dawî bû.

​​​​​​​Şêwira jinan bi dawî bû
12 adar, 2022   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwira jinên Kurd a ji aliyê Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekitiya Jinan a Kurdistanê li Silêmaniyê bi dirûşma ‘Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin’ hatibû lidarxistin, bi encamnameyê dawî bû.

Xalên li girîng ên encamnameyê wiha ye:

“Pêwîst e jinên Kurd û Kurdistanê bi yekitî û hevrebûna xwe sînorên ku dibin asteng, derbas bikin.

Pêwîst e jinên Başûr û Rojava û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xwe li ber hev berpirsyar bibînin bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe bidomînin.

Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundî û şîdetê metirsî li ser jiyana wan heye, erkeke exlaqî û wijdanî ye. Divê helwesteke hevpar hebe.

Divê jin deng û helwestên xwe li hember partî û aliyên siyasî bilind bikin ku îradeya serxwebûna jinan bi pêş bikeve û jin rola wan di hemû aliyên civakî û siyasî de hebe.

Parastina jinên êzidî li Şengal erkê sereke yê jinan e. Ji ber ku heta niha êşên jinên êzidî dawî nebûne.

Şêwira jinan bang li hemû aliyên Kurd û Kurdistanî dike weke erkeke netewî kar ji bo azadiya jinên Êzîdî bike, ku heta niha winda ne.

Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengî heye. Berî her kesî pêwîst e jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.

Em bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hember êrişên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin, piştîgirî bidin xebat û têkoşîna jinên Kurd.

Em bang li hemû jinên çar parçeyên azadiya Kurdistanê dikin ku ji bo çareseriya mekanîzmeyeke hevpar kar bikin.

Erkê jinan e ku konferansa neteweyî ya jinên Kurdistanê pêk bîne.

Divê jin li ber medyaya herêmî û dijminên Kurdan ên neşîrînkirina çanda Kurdan xwedî helwest bin.”