Merasîma bîranîna Serhildana 12`ê Adarê dest pê kir

Merasîma bîranîna Serhildana 12`ê Adarê, li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê dest pê kir.

Merasîma bîranîna Serhildana 12`ê Adarê dest pê kir
12 adar, 2022   09:47
QAMIŞLO

Îro salvegera 18`an a Serhildana 12`ê Adarê (Serhildana Qamişloyê) ye ku tê de 36 welatî bi destê hikumeta Şamê sala 2004`an şehîd bûn.

Hikumeta Şamê di maça tîma Cîhad a Qamişlo û Fitiwe ya Dêrazorê de ku di 12`ê Adara 2004`an de li dar ket, komkujiyeke mezin pêk anî. Deriyê stadê di maçê de girt û gule avêtin hezkiriyên tîma Cîhadê. Di encama wê de serhildanên berfireh li hemû bajarên Rojava, Heleb û Şamê li dar ketin.

Ji bo bîranîna salvegera 18`an a Serhildana 12`ê Adarê, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îro merasîmek li Stada Şehîdên 12`ê Adarê li dar xist. Gelek şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê û Dêrazorê tev li merasîmê bûne.

Li gorî komîteya amadekar dê bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin werin kirin.

Piştî bidawîbûna axaftinan dê gul li tîmên Cizîrê û Dêrazorê werin belavkirin ku dê maçek li stadê were lîstin. Her wiha tîmên taykwando û karateyê dê çalakiyên xwe pêşkêş bikin û di dawiya merasîmê de jî tîmên hunerî berhemên xwe pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA