Rojnameyên erebî: Kîev li benda şerekî mezin e

Rojnameyên erebî der barê destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, têkiliyên El-Sadir û El-Malikî û rewşa Lîbyayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Kîev li benda şerekî mezin e
Rojnameyên erebî: Kîev li benda şerekî mezin e
Rojnameyên erebî: Kîev li benda şerekî mezin e
12 adar, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

`KÎEV LI BENDA ŞEREKÎ MEZIN E`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê wiha nivisî: “Li gel nêzîkbûna hêzên Rûsyayê ji Kîevê re, agahî hene ku şerê mezin dike dest pê bike. Lê ne diyar e kengî ye.

Dengê topbaranê bi şev zêde dibe. Li Qada Serxwebûnê a paytextê, artêşa Ukraynayê nuqteyên xwe ava kirin. Polîsan li her kolaneke paytextê nuqteyên xwe danîne.”

`MUQTEDA EL-SADIR Û EL-MALIKÎ BI RÊYA TELEFONÊ AXIVÎN`

Girêdayî rojeva Iraqê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku peywendiya di navbera serokê Tevgera El-Sadir û serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê Nûrî El-Malikî de ne surpirîz e. Ji ber fişarên Îranê li ser her du aliyan nexasim El-Sadir, peywendî pêk hat da ku têkilî careke din di navbera kom û milîsên alîgirên Îranê de mîna berê vegerin û rê li pêşiya kontrolkirina hikumetê were vekirin û rê li pêşiya ajandeyên derve werin girtin.

Gelek aliyên siyasî destnîşan kir ku ji vir diyar dibe ku hîna Îran li ser qada siyasî ya Iraqê listîkvana sereke ye. Encamên heyî li gorî berjewendiyên koma wê ne ku di hilbijartinan de bi bin ket û careke din cihê xwe vegerand.”

‘BAŞAXA: NABE DU HIKUMET LI LIBYAYE HEBIN’

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Itîhad wiha nivisî: “Serokê hikumeta erkdar Fethî Başaxa careke din serokê hikumeta Wehda El-Wataniye Ebdulhemîd El-Debîbe tawanbar kir ku qada hewayî li pêşiya tevgera balafiran û rêya beravî di navbera Terablus û Misratayê de girtiye.

Başaxa duh ji televîzyona Lîbyayê re axivî û destnîşan kir ku ew pêşniyar û navbeynkariya dewletên biyanî qebûl dike.

Ji daxuyaniya Başaxa diyar dibe ku armanca hêzên ku dê derbasî Terablusê bibin, parastina hikumetê ye, ne derxistina şer e. Başaxa eşkere kir ku li ser fermanên wî, ew hêz vegerîne cihên xwe.

Her wiha Başaxa ragihand ku ew daxwazên Meclisa Bilind a Dewletê û hikumeta Wehda El-Wataniye ya lidarxistina hilbijartinan û derengxistina hilbijartinên serokatiyê red dikin û îşaret bi pêwîstiya lidarxistina her duyan bi hev re kir.”

(şx)