Şêwira Jinên Kurd li Silêmaniyê dest pê kir

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi amadebûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê ‘Şêwira Jinên Kurd’ dest pê kir.

Şêwira Jinên Kurd li Silêmaniyê dest pê kir
12 adar, 2022   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Komîsyona Jinan ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekitiya Jinan a Kurdistanê, li Silêmaniyê li ser rewşa jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê, Şêwira Jinên Kurd bi dirûşma ‘Qirkirina Jinan rawestînin’ dest pê kir.

Destpêkê pêşangeheke wêneyên jinên ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin, hate vekirin.

Şêwirê bi axaftina sekretera Yekitiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman dest pê kir. Kafiye got: “Sedema sereke ya kuştina jinan, aqilê zilamsalariyê ye. Ew nêrîna ku jinan wek milkê zilam dibîne, di civaka zilamsalar de kuştina jinan wek sûc nabîne. Ji ber ol, eşîr, civakê ev maf dane zilaman. Li Başûrê Kurdistanê azadiya jinan sînordar e, di dîrokê de xaka Kurdan ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin û parçekirin.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî da zanîn ku di nava Kurdan de jin ji derveyî biryardayînê hatine hiştin û got: “Pirsgirêka sereke ya jinên Kurd parçebûn e, tevî hemû êrişên ser jinan, hîn jî jin bi hêvî ne û ber bi azadiyê ve diçin. Jinên Kurd di dîroka gelê me de xwedî rolên mezin in, dikarin bersiva aqilê zilamsalariyê û dagirkeran bidin. Îro jinên Kurd bûne hêviya cîhanê, êdî dem dema azadiya jinan e û yekitî dikare kuştina jinan rawestîne.”

Şêwir dewam dike. Ji her çar parçeyên Kurdistanê aktivîst û parlamenter dê tev li şêwirê bibin û gotarên xwe pêşkêş bikin.