‛Ji bo min xeman nexwe, ji bo xaka Rojava xeman bixwe’

Xwişka wî ya mezin bandorê li şehîd Kemal Mamo dike û ew jî bandorê li bav û birayê xwe dike ku bi hev re tev li nava refên QSD’ê dibin. Bi wê re malbat bi tevahî dibin parêzvanên xaka xwe û azadiya gelê xwe.

‛Ji bo min xeman nexwe, ji bo xaka Rojava xeman bixwe’
‛Ji bo min xeman nexwe, ji bo xaka Rojava xeman bixwe’
‛Ji bo min xeman nexwe, ji bo xaka Rojava xeman bixwe’
‛Ji bo min xeman nexwe, ji bo xaka Rojava xeman bixwe’
‛Ji bo min xeman nexwe, ji bo xaka Rojava xeman bixwe’
‛Ji bo min xeman nexwe, ji bo xaka Rojava xeman bixwe’
‛Ji bo min xeman nexwe, ji bo xaka Rojava xeman bixwe’
12 adar, 2022   08:00
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Şervan Kemal Mamo cihê xwe di pergala parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girt û rojekê êrişên dagirkeran ên li ser xaka xwe qebûl nekir. Biryar da ku tev li refên berxwedanê bibe û ji Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê heta Pêngava Gurzê Gelan li Hesekê berxwedaneke lehengane meşand.

Kemal Mamo di 2000’î de li gundê Berkevirê yê li rojavayî Dirbêsiyê ya Hesekê ji dayik bû, ji nav 3 xwişk û 4 birayan kurê duyemîn e.

Kemal Mamo di Pêngava Gurzê Gelan a li hemberî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û hewldanên wê yên revandina girtiyên xwe de şehîd bû.

Kemal Mamo li gundê Berkevirê di nava malbateke welatparêz de ku bi girêdana xwe ya bi doza Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê tê nasîn, mezin dibe û heta qonaxa seretayî dixwîne. Ji ber rewşên şer ên li herêmê nikare xwendina xwe berdewam bike. Malbatê gelek şervan û şehîd dan. Xwişka şehîd Kemal a mezin gerîla ye û gelek endamên din di nava QSD û tevgera rizgariya Kurdistanê de cih digirin.

Dayika şehîd Kemal, Milkiye Temo li ser kurê xwe dibêje Kemal ji zarokatiya xwe çalak bû, nedikarî zêdetirî 15 deqeyan di cihekî de rûnişta.

Têkildarî qonaxên xwendinê, Milkiye Temo wiha domand: "Min jê pirsî, çima tu van pirsgirêkan li dibistanê derdixî? Got ew ji dibistanê hez nake, ji ber ku bi zimanê wî naaxivin û jê wan fêm nake."

Li gorî dayik û hevalên wî, şehîd Kemal Mamo ji zarokatiya xwe de xwedî rihekî welatparêz bû, bi malbatê ve girêdayî bû, ciwanekî xwedî exlaq, dilnizm bû û pir dihat hezarkirin, şehadeta wî bandor li hemû gundiyên wî kir.

XWIŞKA WÎ BANDORÊ LÊ DIKE Û TEV LI QSD’Ê DIBE

/ar/uploads/files/2022/03/12/075005_waldh-alshhyd-kmal.webp

Piştî xwişka şehîd Kemal, Rojîn Mamo tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe, Kemal gelekî bi pê bandor dibe û tevî bav û birayê xwe yê mezin biryarê dide ku tev li refên QSD’ê bibe.

Têkildarî tevlêbûna wî nava QSD’ê, dayika wî Milkiye Temo got: "Piştî xwişka wî tev li HPG’ê bû, Kemal gelekî bi wê bandor bû û ji min re got, xwişka min ji bo parastina xak û rûmetê tev lê bû, ez ê jî rêça wê di Şoreşa Rojava de bişopînim. Wê demê tevî bav û birayê xwe yê mezin biryar dide ku tev li QSD’ê bibe."

Bavê şehîd Malik Mamo li ser têkiliya xwe bi kurê xwe yê şehîd re wiha got: "Ez û kurê xwe Kemal ji kur û bavê zêdetir dost bûn."

‛EZ DIXWAZIM XAKA XWE BIPARÊZIM’

/ar/uploads/files/2022/03/12/074913_wald-alshhyd-kmal.webp

Malik Mamo wiha domand: "Dema şehîd Kemal agahî da min ku wî biryar daye tev li QSD’ê bibe, min sedema wê yekê ji pirsî û bersiv da min; bi sedan şêniyên bajarê min û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina me di xendekên şer de ne. Ez nikarim di mal de rûnim û li wan binêrim. Ez dixwazim li kêleka wan şer bikim û destkeftiyên şehîdan biparêzim."

Malik Mamo wiha pê de çû: "Dema ev bersiv da min, min ji wî re got ez jî dixwazim bi te re tev li QSD’ê bibim. Piştre em bi hev re tev lê bûn û me bi hev re perwerdeya leşkerî dît."

‛ARMANCA ME PARASTINA XAKA ME YE’

Têkildarî armancên wan ji tevlêbûna nava QSD’ê, Malik Mamo ev tişt anî ziman: "Me xwest xak û rûmeta xwe biparêzin, bi taybet ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gelek êriş û komployên derbekirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyan tên. Ez û kurê xwe şehîd Kemal û kurê xwe yê din ve tev li QSD’ê bûn da ku van destkeftiyan biparêzin."

‛HETA DAWIYÊ LI SERÊKANIYÊ ŞER KIR’

Şehîd Kemal beşdarî parastina Serêkaniyê bû û ji dema êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser bajêr ve şer kir û gelek welatî ji hovîtî û komkujiya dagirkeriya Tirk rizgar kirin.

Dayika wî piştî vegera şehîd Kemal ji Berxwedana Rûmetê li ser nîqaşên di navbera wan de wiha got: "Piştî şerê li wir bi dawî bû, şehîd Kemal vegerî mal û min got ez pir li ser wî ditirsiyam û wiha jî wiha ji min re got, divê tu li ser xaka Rojava ku bi xwîna dostên min ên şehîd hatiye avdan, bitirsî."

Milkiye Temo wiha got: "Şehîd Kemal ji min xwest ku ez wî li ser berxwedan, têkoşîn û rizgarkirina hemû xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê teşwîq bikim û ji min re got, em ji bo we şer dikin da ku hûn bi aştî û ewle bijîn. Dijminê me hov û sûcdar e û her tim hewl dide destkeftiyên me têk bibe."

Milkiye Mamo got ew bi kurê xwe yê şehîd serbilind e û wiha berdewam kir: "Ez jî bûm yek ji dayikên şehîdan ku di oxira axa vî welatî de zarokên xwe dane."

Bavê şehîd Kemal, Malik Mamo soza xwe ya şopandina têkoşîn û berxwedanê li ser şopa şehîd Kemal û hevalên wî yên şehîd heta pêkanîna serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

(fr)

ANHA