Li Lubnanê diyardeya karkirina zarokan zêde dibe

Ruxmî hevpeymên navneteweyî û qanûnên li Lubnanê yên têkildarî parastina mafên zarokan, lê dîsa jî zêdetirî sed hezar zarok lê dixebitin.

Li Lubnanê diyardeya karkirina zarokan zêde dibe
12 adar, 2022   04:10
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Bi krîza aborî ya li Lubnanê re, diyardeya şixulandina zarokan belav dibe, bi taybet piştî Sûriyan berê xwe da wir ku rêjeya herî mezin ji wan zarok in.

Li gorî daneyan, li Lubnanê zêdetirî sed hezar zarok dixebitin, ji wan 35 hezar lubnanî ne û di qadên cuda de ji wan qadên pîşesazî û çandiniyê kar diki,. Ruxmî qanûnê heyî ku xebitandina zarokên jêrî 15 salî di qada pîşesaziyê de qedexe dike, lê ev jî dide xuya kirin ku di cîhanê de Lubnan di bikaranîna zarokan de, rêjeya herî bilind e.

Yek ji sedemên herî sereke yên xebitandina zarokan, rewşa aborî ya xirab a Lubnanê ye. Ji sedî 28 welatiyên Lubnanê jêrî xeta xizantiyê ye. Ji ber vê yekê zarok neçar dimînin ku alîkariya mabata xwe bikin, nemaze ku qada perwerdeyê nayê kontrolkirin û qanûnên parastina mafên perwerdeyê yên zarokan neyên aktîvkirin.

ÊŞ Û AZARÊN ZAROKAN

Hîşam ku navekî sexte ye, ferdekî malbateke penaber ên ji Sûriyê ye ku ji sê xwişk û diya wan pêk tê. Piştî bavê wan di şer de wefat kir, Hîşam neçar ma ku dev ji dibistanê berde bi diya xwe re bixebite.

Di demekê de ku siyasetên zelal ên têkildarî zarokan tune ne, pêşeroja zarokan di metirisiyê de ye. Ji vê rewşê gelek wezaret, wekî hundirîn, edalet, kar û barên civakî û rêxistinên navneteweyî û yên herêmî berpirsyar in.

ROLA WEZARETA KAR

Xebata zarokan bi qanûnên Lubnan û hevpeymanên navneteweyî yên têkildarî parastina zarokan bi nakok e. Li ser vê yekê gelek kes pirsa rola wezareta kar a Lubnanê dikin, ji ber ku di vê qadê de bi rêya kontrol, komîteya niştimanî û tîma têkoşîna li dijî karkirina zarokan roleke serke dilîze.

Seroka Yekîneya Têkoşîna Karkirina Zarokan a Wezareta Kar Nezhe Şelîte wiha axivî: "Hejmara zarokên ku kar dikin zêde dibe, ji ber ku tedbîrên parastin, alîkarî, xizmetên tenduristiyê, civakî û perwerdehiyê tune ne. Li aliyekî din jî rewşa aborî, perwerdeya bêpere û ya neçarî tune ye û rêjeya terka xwendinê zêde ye." Her wiha Nezhe Şelîte diyar kir ku hejmara kesên di beşa kontrolê ya wezaretê de kêm e ku hejmara zarokên dixebitin ji wan tê xwestin.

Nezhe Şelîte ji ajansê re da zanîn ku plana Komîteya Niştimanî ya bi armanca tunekirina hemû cûreyên karkirina zarokan desteka pêwîst wernegirt û wiha domand: "Navendên ku ji bûdceya wezaretê li Beqi, Tarablus, Nebteye û El-Ewzaî hatin vekirin ji ber ku nebûna pereyan hatin girtin, di encamê de piştgiriyeke ji bo pêşîlêgirtina karkirina zarokan tune ye. Em xwe dispêrin dewletan, komeleyên xwecehî û saziyên peywendîdar."

Der barê siyaseta wezaretê de Nezhe Şelîte anî ziman ku wezaret hewl dide karê komîteya niştimanî ya têkoşîna karkirina zarokan aktîv bike û bi wezaretên din û rêxistinên xwecehî û navneteweyî re koordîne bike da ku planên awarte deyne û tedbîr û alternatîfên bi lez bigire.

BERPIRSYARIYA MALBATAN

UNICEF li Lubnanê her tim hewldana çareserkirina doza parastina zarokan dike, ji lewma têkiliyên xurt bi hikumeta Lubnanê re û gelek şirîkên niştimanî yên sereke re çêkir. Her wiha bernameya "parastina zarokan" da destpêkirin, da ku hemû zarok û jinên rastî xeteriyê tên, biparêze û xizmetên baş ji bo wan dabîn bike.

Cotmeha par, UNECEF anketeke amade kir. Li gorî anketê: "Serê sedî 12 ji van malbatan herî kêm zarokek xwe şandiye kar. Lê beriya  6 mehan, ev rêje ji sedî 9 derbas nedikir. Zarokên ku 6 sal derbas nekirine, di baxçe, kolan, firtona sotemeniyê de bi awayekî ne qanûnî dixebitin ku jiyana wan dixe xeteriyê ku dighêje mirinê."

 (eh)

ANHA