'Serhildana 12'ê Adarê rihê berxwedan û hevgirtina gel xurt kir'

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê: Li hember siyasetên çewisandin, destpot û hewldanên qirkirinê, Serhildana 12’ê Adarê rihê berxwedan û hevgirtina gel li dora doza xwe ya azad, demokrat û bidestxistina gelê Kurd mafên xwe yên rewa xurt kir.

'Serhildana 12'ê Adarê rihê berxwedan û hevgirtina gel xurt kir'
11 adar, 2022   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 18’ê ya Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi rihê berxwedana Gurzê Gelan em salvegera 18’emîn a Serhildana 12’ê Adarê bi bîr tînin. Li hember siyasetên çewisandin, destpot û hewldanên qirkirinê, Serhildana 12’yê Adarê rihê berxwedan û hevgirtina gel li dora doza xwe ya azad, demokrat û bidestxistina gelê Kurd mafên xwe yên rewa xurt kir.

Buyerê di 2004’an de li stada Qamişlo çêbûye, berdewama zihniyeta şovenîst a rejîma Baasê ye ku armanca wê komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk bîne, fitne û şerê di navbera pêkhateyên herêmên de derxe. Di wê demê de maçeke futbolê tîmên Cîhad û Fituwe li stada Qamişlo hebû, lê saziyên ewlehî yên rejîmê gule avêtin cemaweran. Di encamê de welatî şehîd û birîndar bûn û bi sedan kes hatin girtin.

Çirûska Serhildana Qamişlo ji tevahî herêmên Rojava ve dest pê kir, ji Dêrikê heta bi Efrîn û taxên Heleb û Şamê. Welatiyan diruşmên; na ji zulm, destpotî û çewisandinê re, na ji siyasetên şovenîst ên nijadperest re, erê ji azadî, edalet û demokratiyê re û erê ji biratiya gelan re berz kirin.

Rihê berxwedana 12'yê Adarê û şoreşa 19'ê Tîrmehê bi yekitî û hevgirtina hemû pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di berxwedana li dijî zilm, teror û dagirkeriyê de diyar bû.  Di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke projeya çareseriyê ya avakirina Sûriyeke demokratîk ku nûnertiya vîn, berjewendî û mafên hemû pêkhateyan dike, hate damezrandin.

Bi derbasbûna krîza Sûriyê sala xwe ya 12’yan re, hîna rejîm bi zihniyet û siyasetên xwe yên çewisandinê ku di 12’yê Adarê de li hember hêviyên gelê Sûriyê di bidestxistina jiyaneke azad û rûmet de pêk aniye, girêdayî ye.

Hevgirtina gelê me li hemberî dagirkerî, teror û siyasetên rejîmê yên bi armanca têkbirina projeya me ya demokratîk û vîna me, berxwedana pêngava Gurzê Gelan a li Hesekê, berdêlên ku QSD, hêzên ewlekariyê û pêkhateyên herêmê dane, hişt ku komployên dijminên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên li hemberî îradeya gelê me têk biçin ku berdewama rihê Serhildana Qamişlo ye.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û sersaxiya tevahî malbatên şehîdan dixwazin. Em ê heta pêkanîna hêviyên şehîdan, armancên gelê me, bidawîkirina dagirkerî û terorê û avakirina Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Şehîd namirin, bijî berxwedana gelan, bijî biratiya gelan."

(fr)

ANHA