Rêveberiya Xweser: Serhildana Qamişlo tovê bingehîn a Şoreşa Rojava ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku Serhildan Qamişlo tovê bingehîn ê Şoreşa Rojava bû û got, divê aştî û ewlehî li Sûriyê pêk were, têkoşîna li dijî terorê berdewam bike û Sûriyê neyê parçekirin.”

Rêveberiya Xweser: Serhildana Qamişlo tovê bingehîn a Şoreşa Rojava ye
11 adar, 2022   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera Serhildana 12`ê Adarê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

 "12'ê Adarê salvegera 18'emîn a Serhildana Qamişloyê ye ku di sala 2004'an de hate lidarxistin. Ev serhildan di dîroka nûjen a Sûriyê de xeleke veguhertinê ya girîng bû, rejîma Baas bi rêya wê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxîne. Bûyerên wê demê  ku di  maça futbolê ya di navbera tîmên Fitiwê û Cîhad de rû dabûn hatibû plankirin, di encama tundî û serdegirtina bêserûger de bi dehan Kurd şehîd bû û hejmarek birîndar bûn.

Komkujiya li Qamişlo bi destê kesên ku ji salan ve demokrasiyê li Sûriyê qedexe dikin, hatibû kirin. Mîna her car hikumeta Şamê bi zihniyeta dewleta şofanîst nêzî serhildêrên 12`ê Adarê bû ku her tim hewl dide dijminahî û cudabûnê di navbera gelan de derxîne. Ev hikumet xwe dispêre fikirê pergala yekalî ku li dijî demokratiyê ye û xwest rê li pêşiya pêkanîna yekitiyê di navbera gelan de bigire, ji ber ku cewhera wê li ser siyaseta parçebûnê ava bûye.

Ev rêgez bi derketina tevgerên tundrew mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û gelek komên din ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, berpirsên encamên ku niha li ser qada Sûriyê derketine û li pêşiya çareseriyê astengiyan çêdikin.

Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre sîstemeke demokratîk a ku fikrê hemû gelan kom dike û wan dike yeke ava bûye. Vê şoreşê yekitiyeke civakî ava kir ku niha li hember hemû dijberên hêviyên azad ên gelên herêmê ne, li ber xwe dide.

Qurbaniyên komkujiya 2004`an pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha neteweya demokratîk ava kir û îro bi hev re rêveberiyeke demokratîk ava kirin. Ev proje bersiva herî guncew a komkujiya Qamişlo û hemû hewldanên têkbirina vîna civakan û hewldanên derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên cihereng de ye. Medela rêveberiya xweser modelek guncaw li Rojhilata Navîn e dikare di çarçoveya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sînordar nemîne, lê li gelemperiya herêmê were pêkanîn. Ji ber gaveke dîrokî ye ber bi zindîkirina têkiliyên resen ên di navbera gelan de ye ku dewleta navendî û ya neteweperast ji hev xisitibûn. Her wiha ev model misogeriya serxstina projeya neteweya demokratîk e ku biratiya gelan, pirengî û avakirina civaneke exalq û polîtîk esas digire.Ev proje wê Sûriyê bi rêve bibe da ku ji şoreşa demokratîk a li herêmê re bibe pêşang da ku ev herêm careke din bibin navenda şaristaniya demokratîk, piştî ku hêzên dijberî hêviyên gelan pê lîsitûbûn.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna aştî û istiqrarê li tevahî Sûriyê dixebitin. Îsrara me ya li ser çareseriya demokratîk, diyalog û têkoşîna li dijî terorê da ku rê li ber parçebûna Sûriyê bigirin û yekitiya gelên wê ava bikin da karbin Sûriyê li hemberî her cure êriş xurt bike. Ji vî bingehê em bang li rêveberiya dewleta Sûriyê û raya giştî ya demokratîk dikin ku ji bo pêkanîna guhertina niştimanî ya demokratîk û avakirina sîstemeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî bixebitin.

Bi vê boneyê, em hemû şehîdên Serhildana Qamişlo bi rêzdarî û hurmetî bi bîr tînin. Serhildana Qamişlo tovê bingehîn ê şoreşa me ye. Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê xeta şehîdên 12`ê Adarê û rêgazên şoreşa 19`ê Tîrmehê bidomînin da ku Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî were avakirin. Em soz didin ku em ji bo pêkanîna ewlehiya herêmê, têkbirina terorê, rizgarkirina Efrîn û herêmên din ên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bixebitin."

(şx)

ANHA