Kurd û Ereb: Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevgirtina me xurt bû

Pêkhateyên herêma Firatê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan çareseriya herî guncaw e û got: "Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevgirtina me xurt bû."

Kurd û Ereb: Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevgirtina me xurt bû
12 adar, 2022   03:42
KOBANÊ

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî destpêka bidawîbûna tarîtiya li ser gelên herêmê bû. Vê şoreşê hemû pêkhateyên herêmê hembêz kir û sînorên neteweperestî û mezhebî yê ku hikumeta Şamê bi kar dianî, şikand.              

'ŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BAWERIYA ME BI ME ANÎ'

Ajansa me bi şêniyên pêkhateyên Ereb û Kurd ên herêma Firatê re hevdîtin pêk anî. Şêniyan anî ziman ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyaneke nû ji wan afirand û bi rêya wê tirsa ku hikumeta Şamê di dilê wan de çandibû, şikand.

Ji pêkhateya Ereb helbestvan Ebdurehîm El-Hecî diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêya azadiyê de baweriyeke xurt da wan û hişt ku ew sînorên ji aliyê rejîmên faşîst ve hatibûn ferzkirin, bişikînin û destnîşan kir ku ew niha bi saya projeya neteweya demokratîk a bi nûnertiya Rêveberiya Xweser, di nava ewlehiyê de dijîn.

Ebdurehîm El-Hecî wiha lê zêde kir: "Me bi hevgirtin û yekitiya xwe hemû komployên derve yên ku hewl didan nakokiyan di navbera pêkhateya Ereb û pêkhateyên din de derxin, pûç kirin. Bi zanabûn pêkhateyan hevgirtin û yekitiya me xurtir bûn. Ji ber vê yekê tu metirsî li ser herêmê nemaye, ji ber ku zanebûna me çeka me ye."

'HEMWELATÎ ÊDÎ DIKARE DENGÊ XWE BILIND BIKE '

Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, welatiyê vê herêmê azad e û bê tirs nêrîna xwe tîne ziman.       

Mûdhî El-Mûdhî ji pêkhateya Ereb got: "Ji sedên salan ve, em li ser vê axê bi pêkhateyên din re weke bira dijîn. Tevî gelek hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de, lê bi saya hişyarbûna gelê herêmê ev hewldan bi ser neketin. Ji destpêkê ve em ji armancên van aliyên siyasî haydar bûn ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û me ber bi talûkeyê ve bibin."

Mûdhî El-Mûdhî wiha dom kir: " Piştî êş û azarên mezin, em îro bi saya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyaneke birûmet dijîn. Rewşa herêmê gelek guherî, piştî ku bi salan ji qirkirinê, welatî dengê xwe bilind dikin. Peyama min ji gelê herêmê re ew e ku têkilî û hevgirtina xwe xurt bikin, ji ber ku hevgirtina me em ê ber bi serkeftinên mezin ve li hemberî planên derve biçin."

'RÊVEBERIYA XWESER JI BO MISOGERKIRINA MAFNÊN PÊKHATEYAN BAŞTIRÎN PROJE YE'

Endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Sirîn a başûrê Kobanê Welîd Kûsa ji pêkhateya Kurd destnîşan kir ku bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek tişt hatin guhertin, bi taybet piştî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêmê û têkbirina wan ji aliyê QSD'ê ve û got: " Bi vê serketinê re  gelên herêmê bûn tevneke hevgirtî ku berê ji ber siyaseta Partiya Baas a ku hewl dida nakokî û parçebûnê di navbera pêkhateyan li seranserî Sûriyê û herêmên me bi taybet de derxe, azar dikişandin."

Welîd Kûsa wiha dom kir: "Gelê herêmê di nava Rêveberiya Xweser de xwe bi rêve dibe, lê dema serweriya rejîma Sûriyê, bi rêya girtinên keyfî yasa li ser gel dihatin ferkirin û welatî di nav tevliheviyeke ewlehî de dijîn."

Welîd Kûsa wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tevî gelek astengî û dorpêçên ku ji çar aliyan ve hatiye ferzkirin û êrişên ku em re rû bi rû ne, Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan baştirîn çareserî ye."

(dx)

ANHA