Antonio Guterres banga bidawîkirina aloziya Sûriyê kir

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres bang li civata navneteweyî kir ku ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê kar û xebatê bike.

Antonio Guterres banga bidawîkirina aloziya Sûriyê kir
11 adar, 2022   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser malpera xwe ya fermî, sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres bang li civata navneteweyî kir ku têkildarî aloziya Sûriyê ji bo çareseriya siyasî, kar û xebatê bikin.

Sekreter di daxuyaniyê de diyar kir ku divê şerê Sûriyê were rawestandin û rêz ji qanûnên navneteweyî re were girtin. Her wiha bang li hemû aliyan kir ku tev li çareseriya siyasî ya bi çavdêriya NY`yê bibin.

Antonio Guterres di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di 11 salên şer de, gelek windahî çêbûn û bi milyonan sûrî koçber bûn, lê dîsa jî divê bê hêvî nemînin û li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were diyarkirin.

Sekretêr di dawiya daxuyaniyê de banga garantiya radestkirina alîkariyên mirovî ji milyonan hewcedarên re kir.

(eh)