Wê li Silêmaniyê Şêwira Jinên Kurd were lidarxistin

Bi pêşengiya Komîsyona Jinan ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan û Yekîtiya Jinan ya Kurdistanê, wê sibe li Silêmaniyê li ser rewşa jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê, şêwira Jinên Kurd were lidarxistin..

Wê li Silêmaniyê Şêwira Jinên Kurd were lidarxistin
11 adar, 2022   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn sibe Komîsyona Jinan ya Kongreya Netewyî ya Kurdistan (KNK) û Yekîtiya Jinan ya Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Qirkirina jinan bi dawî bikin’ şêwira Jinên Kurd li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna jinên her çar parçeyên Kurdistanê li dar bixe.

Şêwira Jinên Kurd wê sibe saet 10:00’ê sibeha heya 15:00’an li Hola Tewar ya Silêmaniyê pêk were. Di şêwirê de wê di du panelan de 5 mijar werin pêşkêşkirin. Herî dawî encamnameya şêwirê were belavkirin.

/ar/uploads/files/2022/03/11/124756_daa9db86bwwndb95wdb95-da98nan-2-1024x575.webp

Şêwir wê bi destpêkê bi axaftina Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistan Kafiye Silêman û Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Murad dest pê bike.

Piştre panela yekem destpê bike, di panela yekem de wê mijarên ‘Tundûtujî û girtina jinan ya ji ber desthilata siyasî, di nasnameya jinan de rola yasa û çandê û rewşa jinan ya dibin zextên siyasî de’ werin pêşkêşkirin.

Di panela duyem de jî wê ‘Rewşa jinan ya dibin desthilata dagirker de, rewşa jinên Êzidî ya di rastiya niha de’ werin pêşkêş kirin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê aktivîst, parlamenterên jin wê tevlî şêwirê bibin û mijarên xwe pêşkêş bikin.