​​​​​​​4 çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê hatin kuştin

Rayedarên ewlehiyê yên Iraqê îro ragihand ku 4 çeteyên DAIŞ'ê li herêma El-Dibis a Kerkûkê hatine kuştin.

​​​​​​​4 çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê hatin kuştin
11 adar, 2022   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 çeteyên DAIŞ'ê ku di nava wan de serçeteyek heye, li Kerkûkê hatine kuştin.

Li gorî çapemeniya Iraqê di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên hewayî duh di saetên dereng de 2 caran bi balafiran êrişî nuqteya terorîstan a li Çiyayên Mama yê herêma El-Dibis a Kerkûkê kir. Di encama êrişan de 4 terorîst ku di nav de serçeteyek berpirsê hejmareke sekvanên terorîstan e, li Kerkûkê hatin kuştin."

(dx)