Rojnameyên erebî: Gelek wezîran ji hikumeta El-Debîbe îstîfa kir

Rojnameyên erebî îro der bar parçebûna hikumeta El-Debîbe, rewşa aborî ya li Lubnanê û kar û barên Yemenê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Gelek wezîran ji hikumeta El-Debîbe îstîfa kir
Rojnameyên erebî: Gelek wezîran ji hikumeta El-Debîbe îstîfa kir
Rojnameyên erebî: Gelek wezîran ji hikumeta El-Debîbe îstîfa kir
11 adar, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PARÇEBÛNA HIKUMETA EL-DEBÎBE: GELEK WEZÎRAN ÎSTÎFA KIR’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Hejmara wezîrên ku ji hikumeta El-Debîbe îstîfa kir gihaşt 3’yan. Îhtîmal heye ku gelek wezîrên din îstîfa bikin, di nav de wezîrên petrol û aboriyê.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Williams tu helwest nîşanî nakokiya di navbera hikumetên Ebdulhemîd El-Debîbe û Fethî Başaxa de nade. Ji ber wê wezîran ev gav avêt nexasim ku hêzên leşkerî li aliyê Başaxa ne.

Li gorî çavdêran daxuyaniyên Williams gelek peyam dan ku ji bo şandeyê ne girîng e kî li ser desthilatê dimîne, lê gihaştina lihevkirinekê di navbera Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê de ji bo wê girîng e da ku zemînek ji bo lidarxistina hilbijartinan ava bibe. Di encamê de wezîran ji hikumeta El-Debîbe îstîfa bikin, nexasim ku agahî hene dê hêzên girêdayî Başaxa derbasî paytextê bibin û El-Debîbe jê derxin.”

‘ALOZIYA ABORÎ LUBNANÎ JI TEDAWIYÊ BÊ PAR HIŞTIN’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Aloziya aborî li welêt, lubnanî ji dermankirinê bê par hiştin.

Serokê sendîkaya nexweşxaneyên taybet Silêman Harûn duh got: “Salane pere ji nexweşxaneyan re tên dayîn. Lê ev yek ji du mehan ve rawestiye û dibe ku ev yek berdewam bike. Êdî ev nexweşxane nikarin tiştekî ji nexweşan re pêşkêş bikin. Ev rewş êdî di destê Fona Ewlehiya Sosyal a Neteweyî de ye ku erka xwe bîne cih û rewşê çareser bike.

Piştî ku Fona Ewlehiya Sosyal a Neteweyî dayîna pereyan ji nexweşxaneyan re rawestand, nexweşxaneyan biryar da ku êdî nexweşên ku di fonê de tomar kirine, pêşwazî nekin.

Vê yekê metirsî çêkir ku bi deh hezaran lubnanî ji dermankirinê bê par bimînin. Ji ber wê Yekitiya Karkeran mudaxele kir û bang li nexweşxaneyan kir ku biryara xwe dereng bixin.”

‘ŞANDEYÊ NAVNETEWEYÎ YÊ YEMENÊ JI NÛ VE DEST BI XEBATÊN XWE KIR’

Der barê rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Şandeyê navneteweyî yê nû yê ji bo Yemenê Hans Bondeburg li peytaxa Urdinê Emanê dest bi şêwirên bi partiyên hikumeta Yemenê re kir. Dê piştre bi saziyên civaka sivîl re bicive. Armanca sereke diyarkirina armancên lezgîn û demdirêj ên xebatên siyasî, aborî û ewlehiyê ye.

Ji ber agirbesta ku şandeyê berê Martin Griffiths encama hevdîtinên 3 salan bûn û Hûsiyan binpê kir, yemenî hêvî dikin ku şandeyên nû vê yekê derbas bikin. Lê şaş man ku şandeyê nû dîsa ji nû ve dest bi xebatên xwe kir.

Li gorî Gondeburg, pêwîstî bi avakirina xebateke komî heye ku welêt ji rewşa heyî xilas bike, derfeta pêkanîna diyalogê li ser gelek astan peyda bike.”