Rojnamevan û lêkolînera ji Misirê: Divê em 8`ê Adarê bikin bingeha plansaziyan

Reportaj Summay

Rojnamevan û lêkolînera ji Misirê: Divê em 8`ê Adarê bikin bingeha plansaziyan
9 adar, 2022   05:18

Rojnamevan û lêkolînera ji Misirê Wela Ebû Setît destnîşan kir ku diyarkirina rojekê ji bo bibîrxistin û teqezkirina rola jinan û hewldanên wan e û divê jin 8`ê Adarê bikin roja derbaskirina kêmasiyên sala berê û plansaziyan.

Jinan bi rêya tevgerên xwe û têkoşînê mafên xwe bi dest xistin û 8`ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê ji aliyê NY`yê ve hat diyarkirin.

Rojnamevan û lêkolînera ji Misirê Wela Ebû Setît têkildarî 8’ê Adarê ji ANHA’yê re axivî. Wela di destpêkê de behsa têkoşîna jinan, rêbazên mezinkirina wê kir û got: “Tecrubeya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e û divê were nirxandin.”

Hevpeyvîn wiha ye:

Di 1857`an de bûyereke dîrokî pêk hat, dema komeke jinên karker mîna Clara Zetkin, Roza Luxemburg ku di kargeha tekstîlê ya li DYA`ê de kar dikirin û li hember nebaşiya rewşa xwe ya jiyanî, xwepêşandan li dar xistin. Ruxmî ku polîsan êrişîn wan kir, lê xwepêşandan piştî derbasbûna 2 salan bi ser ket. Hûn têkoşîna jinan a cîhanê çawa dinirxînin?

Tam di wê dîrokê de, li ser asta têkoşîna jinan a hevbeş a navneteweyî, bi hezaran jin li New Yorkê gavên mezin avêtin, siyasetên kar ên li dijî xwe red kirin. Ev yek gihaşt Fransayê. Li Parisê pirsgirêk hebûn. Xwepêşandan heta 1977`an dewam kirin ku di wê salê de NY`yê ji bo bîranîna wan jinan 8`ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê bi nav kir.

Ji wê demê ve jin her sal di vê rojê de dadikevin qadan û banga mafên xwe dikin. Di rastiyê de meha Adarê bûye meha jinan. Li Misirê jî tevî 8`ê Adarê, jin 16`ê Adarê Roja Jinan a Misirê pîroz dikin. Dîroka diyarkirina vê rojê vedigere 1919`an ku bîranîna girîngtirîn şoreşan li dijî mêtîngeriya Brîtanyayê bû.

Di wê salê de guhertineke rasteqîn û girîng di têkoşîna jinan a Misirê de çêbû ku dest bi têkoşîna nîştimanî kir. Jinên mîna Hûda Şarawî, Sefiye Zeglûl û gelek jinên din pêşengiya şoreşê kir û banga ne tenê mafên xwe, lê belê banga mafên gelê Misirê bi giştî kir. Di 16`ê Adarê de yekemîn jin birêz Hemîde Xelîl di dîroka têkoşîna nîştimanî de şehîd dikeve. Di wê rojê de xwîna şehîdan di kolanan de herikî. Beşek ji têkoşînê bi destê jinan bi ser ket ku daketin qadan û slogana "Bijî heyv û xaç" bez kirin û bi rêya wê hevgirtina di navbera misilman û xiristiyanên li Misirê de teqez kir.

Di wan bûyeran de diyar e ku jinan yekitiya xwe ava kir û êdî dikarin zîhniyeta baviksalar a desthilatdar têk bibin. Bi nêrîna we jin çawa dikarin vê têkoşînê mezin bikin û pêwîstiya wan bi çi heye heta ku encamên mezintir bi dest bixin?

Ji xwe jin di qonaxên cuda yên dîroka welat de gihaşatine wê hevkêşeyê. Heta ku em bêjin dîroka têkoşîna wê hin caran bi ser ketiye yan jî bi bin ketiye li gorî şert û mercên ku jiyane. Heta ku di kêliyên aloziyan de, bara herî mezin a fişarê ji hemû aliyan ve radike. Hîna fikrê serwer ew e ku jin di hevkêşeyê de hêmana zaîf e. Bi vê fikirê re zextên cuda li ser jinan tê kirin. Heta ji wê zêdetir tê di sazkirina qanûnan de tê paşguhkirin. Lê di aloziyan de hevkêşe tê guhertin û jin dikeve dewrê. Mîna ku pêwîstiya wî bi aloziyan heye heta jin hêza xwe kom bike û pêşengiya çareserkirina aloziyê bike. Ji ber wê her tim xwepêşandana jinan li New Yorkê ên li dijî şert û mercên dermirovî li dar ketine, dê hêza jinan a guhertina hevkêşeyê bi giştî teqez bike. 

Li vir dixwazin îşaret bi hevbendiyeke nû ya jinan bikin; Hevbendiya Jinan a Herêmî ya li Rojhilata Navîn Neda. Tovika vê hevbendiyê, berhema kongreya herêmî ya jinan a duyemîn a li Rojhilata Navîn e ku li paytexta Lubnan Beyrûtê di Îlona sala borî de bi dirûşma Bi yekitiya jinan em ê şoreşa demokratîk pêk bînin li dar ket. Ji wê demê ve, civîn û hewldanên avakirina hevbendiyeke jinan ku bibe dengê jian di hemû dewletên Rojhilata Navîn de, tên kirin. armanca wê ya sereke, teqezkirina hêza jinan e ku dikarin guhertineke mezin pêk bînin.

Li Rojhilata Navîn jin hîna rastî tundî û çewisandinê tên. Gelo ji jinan çi tê xwestin da ku vê tundiyê bi dawî bikin?

Erê rast e, jin li Rojhilata Navîn rastî hemû cureyên tundî û çewisandinê tê. Lê divê em adil bin, tundî û çewisandin taybetmendiyeke herêmê ye û heta mêr jî hin caran para xwe jê dibin. Mînak DAIŞ serê jinan û heta mêran jê dike. Dîrok bûyerên bi ser jinên êzidî kirine ji bîr nake.

Hevbendiyên jinan mîna Nede dê çirûska hêvî û ronahiyê. Divê em sûdê ji tecrubeyên jinan ên berê bigirin, da ku xwe ji hedefgirtinê xilas bikin. Divê jin ji van aloziya şiyar be û serfiraziya xwe ava bike. Ez xwe şofanîst nabînim dema bêjin herêma me bi aqilmendan dewlemend e ku dikarin jinan ji vê tunela tarî xilas bikin. Bi vê yekê em dikarin li hember tundiyê bi sekinin û vejîneke nû ji bo jinan û heta ji bo herêmê bi giştî ragihînin ku di nava aloziyan de ye.

8'ê Adarê roja bilindkirina têkoşînê ye. Gelo rojek têra jinan dike, divê jin çi bikin?

Hemû roj rojên bilindkirina têkoşînê ne, bê guman hilbijartina rojekê tenê ji bo bibîrxistina rola jinê û hewldanên wê ye, lê di rasiyê de divê jin her tim vê rojê wekî derbaskirina kêmasiyên sala borî esas bigire û ji bo xebata sala nû palansaziya xwe çêbike. Niha em dibînin ku nexşeya navneteweyî jî di çarçoveya pêkhatin û nakokiyên nû de ye, dibe ku ji bo avakirina polarîtek nû ya navneteweyî ye, divê em bibêjin ku em amade ne û hewldanên me ev in û ev jî berhemên xebat û hewldanên me ne. Ji bo ku em bikaribin destkeftiyên herî baş li gorî armanc û îradeya bidest bixin, divê em destkeftiyên xwe yên piçûk jî pîroz bikin.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan gelek perspektîf derxistin. Gelo em dikarin wan perspektîfan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên cîhanê bi kar bînin?

Der barê nêrînên Abdullah Ocalan a ji bo jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan de, bi rastî ev perspektîf pirsgirêka jina Kurd a ku pêşengtiya vê ramanê kiriye, kir. Ev raman, ramanên herî bilind in ku hêjayî pîrozkirinê ne, divê bi awayekî hêsan ku li gorî ramanên gelan bigihêje her kesî û di qadên cuda de alîgir û piştgiriyê vê ramanê hebin. Hemû ramanên bilind ên dîrokê di pratîkê de pêk hatin û mayînde bûn. Bi nêrîna min, ramanên Ocalan Fikrên Ocalan, tevî zehmetiya hevrûkirinê jî, wê li gorî vê ramanê bin û li gorî guherînên serdem û ramanê hatin destgirtin, dê ev raman were şopandin.

Bi şoreşa ku sala 2012'yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, jinan di pêşengiya civakê de hebûna xwe îsbat kir. Hûn rewşa jinan li van herêman çawa dinirxînin? Nêrîna we li ser sîstema hevserokatiyê çi ye?

Min berî jî gotibû tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêjayî nirxandinê ye. Jinê li herêmê di demeke dijwar de çareserkirina krîzê da ser milê xwe û hemû zehmetiyan veguherand derfet û destkeftî bi dest xistin û di gelek aliyan de bûye pêşeng, îdyolojiya rêber Ocalan belav kir û di pratîkê de pêk hat. Me dît ku Rêveberiya Xweser hebûna xwe çawa xurt kir û jin di rêveberiyên hevbeş de bi ked û hewldana xwe hebûna xwe îspat dike û dikarim guhertinê bikim. Hêviyên min ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hebûna xwe zêdetir îspat bike û ji tecrubeyên xwe sûdê werbigire. Jinê derfetê bi dest bixin, lê ya girîng ew e ku vê derfetê mayînde bike. Em behsa tecrubeya deh salan dikin, lê ew tecrube hîn di destpêkê de ye û zehmetiyên ku pê re rû bi rû ye pir mezin e, tevî ku ew di dema dawî de bi hemû krîzan rû bi rû maye û divê her tim amadekarî hebe, ez bi hêvî me ku ew ê astengiyên li pêşiya xwe derbas bike.

Hêviyên we ji bo hemû jinên cîhanê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çi ne?

Ez ji hemû jinên cîhanê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet re dibêjim; em dikarin guhertinan pêk bînin, dikarin bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin, çi qas astengiyan li pêşiya me deynin, dîsa jî em dikarin birînên xwe derman bikin, em bi hev û du hene. Hêviya min ew e ku jin piştgiriya hev bikin û tecrubeya xwe xurt bikin da ku derfet ji dest neçe. Em dikarin cîhanê biguherînin û bi kulîlkan biçînin, bila ew kulîlk li şûna çekan bin.

(şx-dx)