​​​​​​​Çalakvanekî siyasî: Çareseriya herî guncaw ji aloziyê re Rêveberiya Xweser e

Reportaj Summay

​​​​​​​Çalakvanekî siyasî: Çareseriya herî guncaw ji aloziyê re Rêveberiya Xweser e
4 adar, 2022   02:20

Çalakvanê siyasî û parêzerê ji Siwêdayê Adil El-Hadî got, rewşa siyasî, ewlehî û aborî li herêmên hikumeta Şamê êdî nema tê tehmulkirin û destnîşan kir ku tevî gefên hikumetê yên li dijî xwepêşandanên li Siwêdayê wê xwepêşandan dewam bikin. El-Hadî da çareseriya herî guncaw a ji bo aloziya Sûriyê, rêveberiya xweser e.

Xwepêşandanên li Siwêdayê ya başûrê Sûriyê didomin. Her roja înê li parêzgehê xwepêşandan têne lidarixstin û banga başkirina rewşa siyasî, aborî, jiyanî û xizmetguzarî dikin.

Derbarê mijarê de ajansa me ANHA`yê hevpeyvîn bi çalakvanê siyasî û parêzer Adil El-Hadî yê ji bajarê Siwêdayê re çêkir. Adil El-Hadî xwestekên şêniyên Siwêdayê, zextên hikumeta Şamê yên li dijî xwepêşandîran û rêbazên çareserkirina aloziya li welat kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Xwepêşandanên li Siwêdayê didomin, gelo xwestekên xwepêşandêran çi ne?

Bihabûn û hilweşandina pereyên niştimanî barê xelkê giran kiriye. Êdî nikarin pariyê jiyana xwe peyda bikin. Her wiha zextên ewlehî hene ku êdî rewş nema tê tehemulkirin. Xwepêşandanên li parêzgeha Siwêdayê têne lidarxistin da ku zextê li hikumetê bike da ku rewşên aborî baş bikin û zextê ewlehiyê sivik bike. Her wiha da ku talankirina pereyên giştî û gendeliya belav bûye, rawestîne ku ew jî bandorê li tiştên ku di bêrîkên xelkê de maye dike. Hikumet tişta kêm bi welatiyan re ku têra malbata wî nake, parve dike.

Hikumeta Şamê çawa nêzî xwepêşandan dibe? Gelo hewldanek ji aliyê hikumetê ve heye ku  parçebûnê di nava hêzên li Siwêdayê de çêke?

Hikumeta Sûriyê wek her tim  li şûna  çareseriyan bibîne bi awayeke leşkerî nêzî daxwazên gel dike. Baceyan zêde dike, gef û tawanên bê bingeh dide.

Desthilatdariya Sûriyê her tim hewl dide bi rêya kesên gendelî û yên kirêkirê parçebûnê çêke. Lê rewşa karesatî bandorê li her kesî dike. Ez texmîn nakim ku ew dikare tevgerê ji rêya wê ya rast ku li gorî mafên destûrî yê gelê Sûriyê ye, dûr bixe.

Gelo wê di rojên pêş de xwepêşandan berdewam bikin û îhtimala berfirehkirina wan çi ye?

Diyar e ku xwepêşandan dê dewam bikin. Wekî tê zanîn ku xwepêşandêr li bende biryarên erênî ji desthilatê ne ku di dema heyî de tu şerî li dijî wan pêk neynin û ew jî gorî sozên ku navberkaran ve hatine dayîn.

Hin dezgehên çapemeniyê hewl didin daxwazan bikin girêdayî rewşên xizmetguzarî û jiyanî, gelo tu paşperdeyên siyasî ji van xwepêşandanan re tune ye û xwestekên siyasî yên xwepêşandêran çi ne?

Roja îna borî xwepêşandêran daxuyaniyek eşkere derxist. Di daxwazên wan de aliyê siyasî hebû. Wekî tê zaîn bêyî veguhestina siyasî û pêkanîna biryara 2254'an a Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya ji bo rakirina ambargoyê û destpêkirina jinûve avakirinê, tu çareserî ji rewşa siyasî ya Sûriyê pêk nayê.

Hikumeta Şamê biryarên aborî û xizmeguzarî ne li gorî rastiya gelê Sûriyê derdixîne, gelo navendîbûn yek ji sedemên vê yekê ye?

Hikumeta Şamê di geliyekî de ye û pêwîstiyên gelê Sûriyê di geliyekî din de ne. Armanca hemû biryarên hikumeta Sûriyê, zêdebûna bace û rawestandina tevgera aborî ye da ku barê gel zêde bike. Navendbûna zêde jî yek ji sedemên sereke yên vê yekê ye. Her wiha gendeliya xeter û felsefeya serdestiyê ku li ser esasê binpêkirinê tê meşandin jî sedemên din in.

Li Siwêdayê bangên ji bo rêveberiya herêmî û xweser hate kirin, hûn vê yekê ji bo çareserkirina aloziya Siwêdayê û Sûriyê bi giştî çawa dinirxînin?

Baştirîn çareseriyên ku niha hate pêşkêşkirin veguherandina ber bi nenavendbûneke berfireh û rêveberiya herêmî ya xweser ve ye. Ev yek ne dûrî armancên qanûna rêveberiya herêmî ya heyî ne ku hin guhertin di madeyên wê de werin çêkirin. Ev yek derfetê vedike ku gendelî were çareserkirin, geşkirineke berdewam û hevseng, belavkirina zengîniya niştîmanî bi awayekî adil û vegerandina jiyanê ji aboriya Sûriyê re pêk were.

(bx)

ANHA