Şaredariya Hecînê 220 dar çandin

Şaredariya Gel a Hecînê tevî endamên saziyan li Kolana 20’an a bajarok 220 dar çandin.

Şaredariya Hecînê 220 dar çandin
7 adar, 2022   13:07
DÊRAZOR

Şêniyên Hecînê, endamên saziyên sivîl, malbatên şehîdan û ciwanên Hecînê tev li vê xebata çandina daran bûn.

Şaredariyê 220 darên xemilandin û merxê li Kolana 20’an a bajarok çandin.

/kr/uploads/files/2022/03/07/130833_-7.webp

Dirêjahiya kolanê 2 kîlometre ye û ev xebat dê 2 rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA