Li Hesekê semînerek ji mêran re hate lidarxistin

Saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî li kantona Hesekê lidarxistina şahiyên 8`ê Adarê dewam dikin. Îro li Hesekê panelek ji mêran re hate lidarxistin.

7 adar, 2022   12:46
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser ên kantona Hesekê ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan, îro 121 dar li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê çandin.

Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û karmendên jin ên şaredariyên Hesekê tev li çalakiyê bûn.

Destpêka bernameyê endama Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Hîbe Ebdullah 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir.

Dûre dayika şehîd Hemze Tolhildan, Necah Dawûd axivî û got: "Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê me dar çandin. Hêvî dikim sala bê em bi rêberê xwe Abdullah Ocalan re rûnin û kêfxweştir bin. Em vê rojê li rêber Ocalan û hemû jinên cîhanê pîroz dikin."

Li aliyekî din jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê, semînerek ji mêran re li dar xist. Semîner li hola partiyê li dar ket.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo li ser dîroka hişmendiya mêran, hebûn û rêbazên pêşketina wê, sîstemên kapîtalîst û piştre modernîteya kapîtalîst axivî.

Her wiha di semînerê de behsa şoreşên jinan ên li hember vê hişmendiyê hate kirin, nexasim têkoşerên tevgera rizgariya jinan a Kurdistanê û Xwişkên Mirabal.

Di semînerê de îşaret pê hate kirin ku divê ev hişmendiya ku pêşketina civakê sînordar dike, têk biçe, ev jî bi rêya xwenaskirin, naskirina dîroka mirovahiyê û dîroka jinan pêkan e.

(eh)

ANHA