Li Qamişloyê qadên şahiyên 8`ê Adarê hatin xemilandin

Rêxistinên jinan ên li kantona Qamişloyê dest bi xemilandina qadên şahiyên 8`ê Adarê kir.

7 adar, 2022   12:42
QAMIŞLO

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêxistinên jinan bi dirûşma "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” ji 23`yê Sibatê ve dest bi çalakiyan kir û dê heta 10`ê Adarê dewam bikin.

Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin, wekî şahiyên zarokên astengdar û zarokên sêwî, panel, semînerên têkildarî 8`ê Adarê, serdana saziyan û li karmendan gul hatin belav kirin. Her wiha şahî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û saziyên bajêr re hatin lidarxistin û li qadên giştî dar hatin çandin.

Îro jî li navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Qamişloyê qadên şahiyên 8`ê Adarê hatin xemilandin.

Li qadan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdan, alên Kongra Star, PYD`ê, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, QSD`ê, Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin daliqandin.

Tê payîn sibe bi boneya 8`ê Adarê şahî li tevahiya bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bikevin.

(eh)

ANHA