Li Minbicê ji bo derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" 180 hezar îmze hatin komkirin

Komîteya Rêber Abdullah Ocalan li Bajarê Minbic û Gundewarên wê bi daxuyaniyekê encamên hemleya komkirina îmzeyan ya bi armanca derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê", eşkere kir.

Li Minbicê ji bo derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" 180 hezar îmze hatin komkirin
6 adar, 2022   13:56
MINBIC

Komîteya Rêber Abdullah Ocalan li baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef û bi beşdariya endamên saziyên sivîl û Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da. Komîteyê di daxuyaniyê de encamên komkirina îmzeyan a bi armanca derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" eşkere kir.

Berdevka Komîteyê Asya El-Hisên daxuyanî xwend û tê de ev destnîşan kir:

"Ji 20`ê Çileya 2022`yan ve me dest bi hemleya komkirina îmzeyan ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kiriye. Şêniyên bajarê Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe ve tev li vê kampanyayê bûn, di encamê de me 180 hezar îmze kom kirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim ên Minbicê bi çoşeke mezin dest bi kar û xebatê kirin, ev jî isbata girêdana wan a bi PKK`ê ve ye, ji ber ku partiyeke ku ji bo bidestxistina mafên mirovan têdikoşe û ev jî mafekî rewa ye.

Armanca xistina navê PKK`ê di "lîsteya terorê" de, razîkirina dewletên herêmî ye. Ji wan dewleta Tirk ku bi vê yekê sînordar nema û tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kir. PKK rêxistineke rizgarîxwaz e û ji bo azadiya gelan têdikoşe.

Di dawiyê de em bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bike, da ku tecrîda li ser rêber Ocalan rakin û serbest berde. Her wiha em ê ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" berdewam bikin."

(eh)

ANHA