​​​​​​​Bi boneya 8`ê Adarê li Qamişloyê şitilgeha Hevrîn Xelef hate vekirin

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê û Gerînendetiya Daristan û Parêzgehan a Herêma Cizîrê, şitilgeha şehîd Hevrîn Xelef vekir. Şitilgeh ji zêdetirî 12 hezar daran pêk tê.

6 adar, 2022   13:06
QAMIŞLO

Di çarçoveya bernameyên 8`ê Adarê de, rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên xwe berdewam dikin.

Bi vê boneyê Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê û Gerînendetiya Daristan û Parêzgehên li Herêma Cizîrê, bi navê Hevrîn Xelef şitilgehek vekir.

Ji beriya sê mehan ve amadekariya vekirina şitilgeha şehîd Hevrîn Xelef tê kirin. Li vê şitilgehê zêdetirî 12 hezar darên cur be cur hatin çandin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa, nûnerên saziyên civaka sivîl, endamên PYD, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Komîteya Ekolojî û Şaredariyên Gel tev li vekirina şitilgehê bûn.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef deriyê şitilgehê vekir û piştre endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Perwîn Yusif axivî û 8`ê Adarê li jinên cîhanê, pîroz kir.

Perwîn Yusif îşaret bi kar û xebata bi armanca vekirina vê şitilgehê kir û got: "Vekirina şitilgeha Hevrîn Xelef îsbata şopandina me ya rêya şehîdan e, nexasim girêdana bi xeta jina azad ve."

Perwîn Yusif anî ziman ku jin ji xwezayê hez dike û taybetmeniyên wê jî hilgirtiye, pê re jî aboriya jinan geş dike, vekirina projeyên taybet bi jinan jî îsbat e ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêya rast re dimeşe.

Dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî 8`ê Adarê li jinên têkoşer ên cîhanê, dayik, hevserên şehîdan û girtiyên di zindanên dewleta Tirk a faşîst de, gerîla, şervan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Sûad Mistefa destnîşan kir ku destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, bi saya fedekariya şehîdan e.

Sekretêra Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12`ê Cotmeha 2019`an de li ser rêya M4, bi êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê şehîd bû.

(eh)

ANHA