Li Qamişlo çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin

Li kantona Qamişlo bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên hunerî hatin lidarxistin, semîner hatin dayîn û parkek ji bo zarokan hate vekirin.

5 adar, 2022   14:45
QAMIŞLO

Li kantona Qamişlo çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin.

Rêxistina Nûdem a Astengdaran çalakiyeke hunerî bi amadebûna kesên astengdar û malbatên wan li parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di çalakiyê de endama rêveber a Rêxistina Nûdem Cîhad Sado axivî û 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Helbestvan Rûken Silo helbesteke li ser jinan xwend. Paşê stran û lîstok hatin pêşkêşkirin.

Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî şahiyek bi beşdarbûna şêniyên bajarokên Maşûq û Ebû Firai li Bendava Mizgeftê hate lidarxistin.

Hevseroka Meclisa bajarokê Maşûq Munteha Xelîl axivî û diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teror têk birin û tevahî jin birêxistin kirin.

Enadma rêveber a PYD'ê Muradî Mihemed jî anî ziman ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina xwe dikarîbûn destkeftiyên şoreşê biparêzin û bal kişand ser rola jinan di avakirina modeleke jiyana hevbeş û aştiya navxweyî de.

Li aliyekî din jî Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a bajarokê Til Marûf ê Tirbespiyê baxçeyeke zarokan bi navê "Şehîd Zozan Cûdî" vekir. Bi dehan şêniyên bajarokê beşdarî şahiya vekirina baxçeyê bûn.

Baxçe ji aliyê dayika şehîd Zozan Cûdî û Tolhildan Raman, Eyşe Temir ve hat vekirin.

Paşê xwişka şehîd Zozan Tolhildan, Evîn Temir axivî, 8'ê Adarê li hemû jinên têkoşer pîroz kir û got, ew ê xeta xwişka xwe berdewam bike.

Apê şehîd Zozan û Tolhildan, Mihemed Beşîr Temir têkoşîna jinên Kurdistanê silav kir û diyar kir ku têkoşîna jinên Kurdistanê bi saya fikir û felsfeya rêber Ocalan bû sembola azadiyê li tevahî cîhanê.

ÇILAXA

Kongra Star a navçeya Çilaxa semînerek ji mêran re da. Semîner li nivîsgeha PYD'ê hate dayîn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên PYD'ê yên navçeya Çilaxa Xelîl Mecîd got, ji salan ve têkoşîna jinan li hemberî siyaset û kiryarên ku hewl didin azadiya wan asteng bikin berdewam e.

Xelîl Mecîd da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn jinan bi saya ramanê rêber Ocalan karibîn qeydan bişkînin, beşdarî şoreşê bûn û bi sedan jin ji komên terorîst rizgar kirine. Her wiha di rêvebirina civakê de roleke pêşeng dilîzin.

GIRKÊ LEGÊ

Komîteya Jinan a Meclisa Gel a bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê pêşangehek wêneyan, karên destan û cil û bergên folklorî vekir.

Di merasîmê vekirinê de endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Gel  a bajarokê Mistefawiyê Fatima Şêxo axivî, 8`ê Adarê li jinan û malbatên şehîdan pîroz kir.

Her wiha berxwedan û têkoşîna jinan silav kir û 8'ê Adarê bi roja serkeftina tevahî jinan wesifand.

Deriyê pêşangehê ji aliyê hevjîna şehîdê QSD'ê, Emîne Ferho û dayika gerîlaya şehîd Besê, Zelfa Bedro ve bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan hate vekirin.

DÊRIK

Li Dêrikê, Rêveberiya Dibistana Şehîd Omer Serxwebûn a Amadehî ya bajarokê Xana Serî şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de stran, şano û dîlanên folklorî yên herêma Koçeratê hatin pêşandan. Her wiha Koma Şehîd Omer a pêkhateya ereb stranên folklorî gotin.

Her wiha Kongra Star a Dêrikê plaket diyarî YPJ û Asayîşa Jinê kir.

ANHA