Di çalakiyên 8'ê Adarê de jinan soza parastina destkeftiyan da

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyê 8'ê Adarê berdewam dikin. Di pîrozbahiyan de soza parastina destkeftiyan hate dayîn.

5 adar, 2022   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê d,e Nivîsgeha Jinan a navçeya Başûrê ya Hesekê bi beşdarbûna 130 jinên ji gundewarên başûrê bajarê kargeheke dirûtin û karên destan vekir.

Kargeh bi beşdarbûna endamên Kongra Star, Meclia Jinan a Sûriyê, û Meclisa Ermenî û Komîteya Aborî li avahiya Şaredariyê ya bajarê Hesekê hate vekin.

Endama Nivîsgeha Jinê ya navçeya başûr a bajarê Hesekê Muna Mihemed axivî û got: "Bi boneya 8'ê Adarê gelek çalakiyên me hene. Yek ji wan vekirina kargeha dirûtin û karên destan e. 130 jin ku mehekê perwerde dîtin di vê kargehê de cih digirin. Armanca me ji vê gave pêşxistina aboriya jinan e."

Muna Mihemed diyar kir ku ew ê mîna vê kargehê li gundên başûrê bajar jî vekin.

HELEB

Bi diruşma "Bi hev re me şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin", Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk bi boneya 8'ê Adarê pêşangeheke wêneyên xwendekaran vekir.

Pêşangeh li dibistana Mîxaîl Neîma ya li taxa Eşrefiyê bi amadebûna şandeya Kongra Star, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl, partiyên siyasî, HPC, Hêzên Asayîşê û bi dehan xwendekar û mamosteyan hate lidarxistin

Di pêşangehê de 100 wêne hatin pêşandan ku ji aliyê xwendekarên dibistana Şehîd Qehreman Efrîn ve hatin xêzkirin.

Di merasîmê vekirina pêşangehê de endama rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo Roja Jinan Cîhanê li xwendekar û jinên cîhanê pîroz kir û got: "8'ê Adarê ji bo me rojeke girîng û pîroz e. Em ê li hemberî zihniyeta baviksalarî tê bikoşin û azadiya xwe bidest bixin."

Xwendekarên dibistana Şehîd Qehreman Efrîn stranên şoreşger û yên li ser jinan gotin. Deriyê pêşangehê ji aliyê xwendekaran ve hate vekirin.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Li aliyekî din jî, Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi amadebûna endamên saziyên sivîl şevbuhêreke hunerî li navenda xwe ya beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist

Di çalakiyê de wênexêz, alavên kevn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Gulê Selmo û Berçem hatin pêşandan.

Her wih stranên kurdî û yên erebî hatin gotin.

KOBANÊ

Bi heman armancê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyeke werzîşê li Stada Dostaniya Nerwic û Kobanê li dar xist.

Çalakiya ku bi dehan jin tê de amade bûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl got: "Ev roj rojeke girîng e. Jinan li hemberî hemû cûreyên newekhevî û cûdekariyê li ber xwe dan. Di hemû pêvajoyên têkoşînê de berdêlên giran di oxira bidestxistina azadiyê de dan. "

Piştre pêşbirekek pirs û bersivan hate lidarxistin.

Çalakî bi maçeke di navbera Tîma Hilinc û Stêrkên Kobanê de bi dawî bû . Tîma Stêrkên Kobanê (1-0) bi ser ketin.

Li aliyekî din  Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê bi amadebûna bi dehan mêran semînrek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido organize kir.

Semîner ji aliyê cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê ve hate birêvebirin.

Emîne Osê bal kişand ser rola jinan di avakirin û pêşxistina civakê de û got, jin roleke sereke û pêşeng di pêşxistina civakê de dilîze, lê desthilata baviksalarî her tim qeydan li ser jinan ferz dike û rola wan paşguh dike.

Emîne Osê îşaret bi berxwedana jinên Kurd kir û diyar kir ku jinan ji bo azadiya xwe li hemberî pergala baviksalarî serî hilda û bi saya ramanê rêber Abdullah Ocalan mafên xwe vegerandin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê banga parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û kombûna li derdora Rêveberiya Xweser û wiha pê de çû: "Bi vê yekê re wê mafên jinan werin misogerkirin, rê li ber wan were vekirin da ku beşdarî kar û tevahî qadan bibin û rola xwe di avakirina civakeke dirust de bilîzin."

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê jî bi wesîleya 8'ê Adarê şahiyek li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Koma Şehîd Nûjiyan Serdaroz û Koma Şehîd Heyfa stranên kurdî pêşkêş kirine. Her wiha Koma Şehîd Nûjiyan Ocalan a Zarokan govendên kurdî pêşkêşkêş kirin. Komta Şehîd Viyan jî stranên erebî û Koma Şêrawa stranên kurdî gotin.

Di dawiyê de Koma Axîn Welat a Şehbayê govendên folklorî yên erebî gotin.

TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi beşdarbûna 8 jinên ciwan pêşbaziyeke bi biskilêtan a 800 metreyan li qada bajar li dar xist.

Di pêbaziyê de Rîm Seyid di asta yekemîn de, Maya Colo di asta duyem de û Amîne Mihemed di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Di dawiyê de jinên serkeftî hatin xelatkirin.

Li aliyekî din Komîteya Jinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê şahiyeke ji zarokan re li dar xist.

Şahî li navenda Çand û Hunerê bi amadebûna malbatên zarokan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hat lidarxistin.

Bi navê Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê Nûrelhuda Qeterat 8'ê Adarê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji zarokan re xwest.

Paşê komên zarokan stran û dîlan pêşkêş kirin.

Di dawiyê de seroka Komîteya Jinan a Tebqayê Wela El-Nacî û cîgira wê Semer El-Şihabî diyarî li rêveberên baxçeyên zarokan belav kir.

ANHA