Rûspiyên eşîrên Reqayê banga hikumeta Şamê ya ‘lihevkirinan’ red kir

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê banga hikumeta Şamê ya “lihevkirinan” red kir û got: "Lihevkirinên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de nebe, dê bi ser nekevin."

Rûspiyên eşîrên Reqayê banga hikumeta Şamê ya ‘lihevkirinan’ red kir
5 adar, 2022   02:26
REQA-EHMED EL-ELÎ

Piştî ku hikumeta Şamê di qada siyasî û leşkerî de bi bin ket, banga "lihevkirinan" li gelê Reqayê kir. Lê armancên van lihevkirinan êdî ji şêniyan re diyar in, bi taybet piştî ku kesên pê re “li hev kiriye” li başûrê Sûriyê li eniyan hatin bicihkirin ku DAIŞ`ê lê çalak e.

Gelê herêmê banga hikumeta Şamê ya ji şêniyên Reqa û gundewarên wê re red kir, li ser vê yekê jî şêx û rûspiyên eşêrên li Reqayê ji ANHA`yê re axivîn.

Şêxê eşîra El-Xanim Mistefa Ebdî axivî û got: "Bi saya hevgirtina şêniyan û xwedîderketina gelê herêmê li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ewlehî li herêmê pêk hatiye. Lê niha hikumeta Şamê bi rêya van lihevkirinan hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe.”

Mistefa Ebdî ev li gotina xwe zêde kir: "Lihevkirin ferdî ye ne giştî ye, bi gotineke din kesên tev li lihevkirinan dibin, kaxizekê îmze dikin ku sûcdariya wan îsbat dike. Kaxiz bi îngilîzî ye. Ev kaxiz îsbat dike ku ew kes sûcdar in an jî terorîst in."

Mistefa Ebdî wiha pê de çû: "Lihevkirina rastîn ku em hewl didin wê pêk bînin û pê razî ne, lihevkririnek li Sûriyê bi giştî û gelê Sûriyê ye. Tiştek ji bilî ve em qebûl nakin. Lihevkirina takekesî; serjimariyek e û ji NY`yê re tê şandin. Tê de hejmara sûcdarên ku efû ji hikumeta Şamê xwestine, diyar dike."

Ebdî destnîşan kir ku divê hikumeta Şamê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ber çavan re derbas bike û ev li gotina xwe zêde kir: "Her tim erdên me topbaran dike, kesên bêguneh qetil dike û daran dişewitîne, heta sewal jî ji topbarana dewleta Tirk nefilitîn. Li şûna wê hikumeta Şamê bang li gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku kaxiza sûcdariyê îmze bike û qaşo bi lihevkirinan bi nav dike."

Şêxê eşîra Cabat Telal El-Sîbat jî banga hikumetê ya "lihevkirinan" red kir û got ev lihevkirin bi kêrî sûriyan nayê û aloziya li welêt çareser nake. Telal El-Sîbat got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ji bo xaka Sûriyê li çareseriyeke giştî digerin û ev jî bi rûniştina li ser maseya diyalogê pêkan e. Yekane çareseriya aloziya Sûriyê lidarxistina diyalogan û tevlêbûna hemû aliyên sûrî ye, ji wan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(eh)

ANHA