Li Şehbayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê karnavalek li navçe û kampên li Şehbayê li dar xist.

Li Şehbayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
4 adar, 2022   16:22
ŞEHBA

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de bi Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê karnavaleke li dar xist. Bi dehan endamên tevgerê bi cil û bergên folklorî û li gel stranên folklorî ji kampa Serdemê dest bi karnavalê kirin û li kolanên kampê heta navçeya Ehdasê dewam geriyan.

Li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyên kampê karnavaleke din hate lidarxistin. Di çalakiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin.

ANHA