Li Silêmaniyê pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê

8’ê Adarê  Roja Jinan a Cîhanê li Berde Qehreman a Silêmaniyê bi tevlîbûna bi sedan jin û xelkê herêmê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Li Silêmaniyê pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê
4 adar, 2022   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer li Berde Qehreman a Silêmaniyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyek mezin a tevlîbûneke xurt pîroz kirin.

Peyama RJAK û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Şatû Mehemed ve hate xwendin.

Di peyamê de roja 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin û diyar kir ku wê têkoşîna jinan bidome heta dawî li sîstema tecrîd û êşkence ya li Îmralî li ser rêber Abdulla Ocalan tê sepandin bînin, wê têbikoşin.

Piştre peyama Tevgera Azadî û Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatin xwendin û di van peyaman de bal kişandin ser rola jinên têkoşar a li dijî sitemkarî û tundiyê. Her wiha hate gotin ku wê berxwedana jinan heta serketinê dom bike.

Li qada şahiyê standên pirtûkên Rêber Ocalan, berhemên destan û gelek berhemên din hatin danîn.

Di dewama şahiyê de Koma MA (Mezopotamya) ji Bakurê Kurdistanê û dîsa Koma Em a Kurdên Xoresan, li gel Hunermend Jîna û Adil Hawremî derketin ser dikê û coşa şahiyê zêde kirin.

Di şahiyê de ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îmze hatin komkirin

Gel li ber stranên hunermendan govend gerandin.

Herî dawî şahî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.