Bi boneya 8'ê Adarê turnuveya futbolê

Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê de turnuveyeke futbolê li dar xist.

Bi boneya 8'ê Adarê turnuveya futbolê
Bi boneya 8'ê Adarê turnuveya futbolê
Bi boneya 8'ê Adarê turnuveya futbolê
Bi boneya 8'ê Adarê turnuveya futbolê
Bi boneya 8'ê Adarê turnuveya futbolê
4 adar, 2022   15:37
QAMIŞLO

Bi diruma "Bi rihê Viyan û Nûjiyan em ê têkoşîna 8'ê Adarê xurt bikin", Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê û Yekitiya Jinên Ciwan turnuveyeke futbolê ya jinên ciwan li dar xist.

Turnuve bi beşdarbûna Tîma Asayîş, Tîma Vedeng, Tîma Peyman, Tîma Qendîl û Tîma Serdem û Tîma Amûdê li stada Vedeng a navçeya Girkê Legê hate liarxistin.

Di dema pêşandana maçe de, bi dehan şêniyên navçeyê Girkê Legê, endamên Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn.

Di turnuveyê de tîma Asayîşê bi ser ket û bû şampiyoniyê . Paşê ji aliyê tîmên taekwando, tarate û kickboxing ve jî lîstikên werzîşê hatin nîşandan.

Di dawiyê de tîmên beşdarî hatin xelatkirin.

ANHA