Li Hesekê ji bo 4 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin

Şêniyên Hesekê şervanekî QSD'ê û  şervanekî Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan ku li Til Temirê di êrişên provakatîv ên hêzên hikumeta Şamê de şehîd bûne, oxir kirin. Di merasîmê de du şehîdên din hatin bi bîranîn.

Li Hesekê ji bo 4 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
3 adar, 2022   14:33
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê şervanê QSD'ê Ebdulmecîd Îbrahîm (Rustem Berxwdan) û şervanê Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermenî ya girêdayî QSD'ê Ehmed El-Xedban (Oskan) ên di êrişên provakatîv ên hêzên hikumeta Şamê yên li ser li Til Temirê de şehîd bûne bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê oxir kirin.

/ar/uploads/files/2022/03/03/135341_braah-alsalh.webp

Mersîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û ji aliyê şervanên QSD û YPJ'ê ve toraneke leşkerî hate lidarxistin. Bi navê Meclisa Melbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El-Salih axivî û got: "Şehîd mişaleya ku rêya azadiyê ronî dikin e. Em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin heta ku bighêjin azadî û demokrasiyê ."

/ar/uploads/files/2022/03/03/135359_jyjk-zaghrws.webp

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Çîçek Zagros şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku bi saya fedekariyên şehîdan destkeftiyên şoreşa Rojava hatin parastin.

Çîçek Zagros diyar kir ku erka hemûyan e ku rûmet û deskeftiyên gelan biparêzin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan ta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

/ar/uploads/files/2022/03/03/135417_rwjda-ahmd.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di merasîmê de nasnameyê şervanê QSD'ê Mahir Xilêf (Masîro Hesekê) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdullah Elawî Ebdo ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûn hata ragihandin.

Di dawiyê de  cenazeyê şehîd Rustem Berxwdan û Oskan bi karwanekî ber bi Til Temirê ve hate şandin da ku li wir werin veşartin.

ANHA