Bi boneya 8`ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda

Bi boneya 8`ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameyên cuda hatin lidarxistin.

3 adar, 2022   15:17
NAVENAD NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman wesîleyê, gul li endamên bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajar û navçeyên kantona Qamişlo belav kirin, her wiha dar çandin û dayik û hevserên şehîdan xelat kirin.

Endamên Meclisa Jinan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) gul li tevahiya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bendên li hundir û derveyî bajar û navçeyên kantona Qamişlo, belav kirin.

Dûvre endama rêveber a PYD`ê Delal Hisên Roja Jinan a Cîhanê li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir û got: "Em berxwedan û têkoşîna we ya parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha parastina ewlehî û îstiqrara wê silav dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn 24 saetan parastina pêkhateyên herêmê dikin."

Li navçeya Girkê Legê jî bi heman wesîleyê endamên Kongra Star li navçeyê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan, navenda Hêzên Parastina Civakî, Desteya Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê kirin. Li navçeya Dêrikê jî Kongra Star dayik û hevserên şehîdan xelat kir.

Li aliyekî din jî endamên Kongra Star li navçeya Tirbespiyê dar li ketina navçeyê çandin û hevseroka PYD`ê ya navçeyê Hediye Şemo 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû cîhanê re isbat kir ku berxwedan û têkoşîn, bingeha mîsogerkirina serkeftina civakê ye."

Li navçeya Çilaxa dema endamên Kongra Star gul li endamên bendên Kontrolê belav kir û dan li navçeya çandin, endam Firyal Qesûm axivî û got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bingeha fikirê demokratîk ê rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin û li ber xwe didin. Hêzên Ewlekariyê parastina ewlehî û îstiqrara herêmê kirin."

PÊŞANGEHA ŞÊWKARIYÊ

Li navçeya Amûdê jî îro Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn li Amûdê, pêşangeheke hunerî vekir. 18 şêwekaran bi 35 tabloyên xwe yên li ser berxwedana jinan, beşdarî pêşangehê bûn.

Bi dehan şêniyên navçeyê, gundewarên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan û hunermend tev li pêşangehê bûn.

Endama Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya Navçeya Amûdê Lorîn Mihemed axivî û got: "Ger Jin azad nebe civak jî azad nabe."

Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Rûken Ehmed 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û îşaret bi rola YPJ`ê ya mîsogerkirina aştiya herêmê kir. Rûken Ehmed anî ziman ku bi saya berxwedana YPJ`ê teror têk çû, ji lewma di her tabloyekê de rastiyeke jinan hate destnîşankirin.

Komîteya amadekar diyar kir ku pêşangeh heta êvarê dê berdewam bike.

DÊRAZOR

Li bajarê Dêrazorê, Meclisa herêma rojhilat bi koordîneya komîteyên jinan ên di meclisên herêmî de şahiyek bi dirûşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” li dar xist.

Di şahiya ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hate lidarxistin de, bi sedan şênî, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên meclisên herêmî, sazî û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşdar bûn.

Di şahiyê de li ser navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûdya Şehrezad El-Casim got: "Piştî gelek salan ji zordestiya li ser jinan, em îro 8'ê Adarê pîroz dikin.''

ŞERVANÊN JIN ÊN LI ÇEPERÊN ŞER 8'Ê ADARÊ PÎROZ DIKIN

Şehrezad El-Casim anî ziman destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi saya fedekariya şehîdên jin, bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku ruhê berxwedan û têkoşînê yê li dijî zihniyeta desthilatdar di jinan de çandiye de, ye.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecîn Rana El-Salih 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û hemû jinên ku ji bo azadiya xwe û azadiya hemû jinên bindest têdikoşin, silav kir.

Piştre li ser navê YPJ'ê yên gundewarê Dêrazorê Avesta Zagros 8'ê Adarê li şervanên ên li eniyên şer li hemberî êrişan li ber xwe didin û ewlehiya herêmê diparêzin, pîroz kir.

Piştre komên zarokan şano pêşkêş kirin. Her wiha helbest hatin xwendin.

Di dawiyê de xelekên govendê hatin gerandin.

MINBIC

Bi heman armanca endamên rêxistina PYD'ê ya Minbicê gul û şêranî li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bendên kontrolê belav bikin û sazî û meclis bi vê boneyê pîroz kirin.

Endamên PYD'ê ji benda kontrolê ya Midfai ya li aliyê rojavayê bajar dest pê kir û li benda Metahin a li aliyê başûrê bajarê û benda Xetaf a li aliyê rojhilat û benda Çarkîlo a li aliyê bakur geriya û bi belavkirina gul û şêraniyê 8'ê Adarê li wan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir.

Paşê jî serdana Mala Birîndaran, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Jinan a Sûriyê, Nexweşxaneya Leşkerî, meclisên qanûnsaz û rêveber, Meclisa Jinan a Leşkerî, Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Weqfa Jina Azad a Sûriyê, Nivîsgeha Xweparastinê û  Nivîsgeha Ragihandina Jinê kirin û bi vê boneyê palket diyarî wan kir.

TEBQA

Bi diruşma "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin", Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin a Tebqayê bi beşdarbûna girseyeke mezin a jina şahiyek li navenda Çand û Hunerê li dar xist.

Di şahiyê de koma Zenûbya ya girêdayê navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê stranên folklorî yên erebî û kurdî gotin.

Bi navê nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, enadama rêveber a nivîsgehê Nesrîn Mihemed axivî, 8'ê Adarê li tevahî jinan, di serî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir.

Hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesreb El-Hesnûn jî bal kişand xebata jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan bi têkoşîna xwe ya domdar a li hemberî hemû cûreyên koletî û despotiyê serkêşiya civakê kir, hemû bend û astengî derbas kirin û gavên mezin di rêya azadiyê de avêtin."

Paşê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê plaket diyarî rêveberin jin ên hemû beşên hêzê kir.

Hunermend Rûken Reşîd, Munetullah Tam û Yasmîn El-Esker stran gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

HESEKÊ

Endamên Nivîsgeha Jinan a PYD'ê ya navçeya  Şedadê jî serdana endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li bendên kontrolê kir û gul diyarî wean kir.

Endama Nivîsgeha Jinan a PYD'ê Duha El-Teraf 8'ê Adarê li Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir û rola wan di parastina ewlehiya herêmê de silav kir. Her wiha îşaret bi roja endamên jin ên Hêzên Ewlekriya Hundirîn di têkbirina terorê û parastina mafên jinan  de kir.

Hevseroka Meclisa Navçeya Erîşa Nîhad El-Ebdullah jî îşaret bi roja endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

HELEB

Li Helebê, Kongra Star civîneke ji dayikên aştiyê û gerîlayan re lid ar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê enadma Koordînasyona Kongra Star a Helebê Amîna Xidro behsa dîroka Roja Jinan a Cîhanê kir.

Endama Rêveber a Mala Jinê Sîham Bîlal 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û bal kişand ser  serhildana jinan a li New Yorkê ya li hemberî zihniyeta baviksalarî kir û got: "8'ê Adarê roja azdiya jinan e."

Paşê sînevîzyoneke li ser berxwedana gerîla hate pêşandan.

Di dawiyê de Kongra Star laçikên spî diyarî dayikên şehîd û gerîlayan kir.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Zh9AOhw5Vbs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endamên Kongra Star a herêma Efrînê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Til Qeraq a navçeya Ehdasê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Jinan a herêma Efrînê ya li navçeya Ehdasê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Fafînê kir û diyarî pêşkêşî wan.

Meclisan bi diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Ocalan û berxwdana jinan pêşwaziya şandeyê kir.

Di dawiyê de govend hatin gerandin.

ANHA