Xelîl Ebdî: Hêzên ku xwe "garantor" dihesibînin naxwazin herêm îstîqrar be

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Xelîl Ebdî da zanîn ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, hemwextî wê hêzên xwe garantor dihesibînin naxwazin li herêmê îstîqrarî çêbibe.

Xelîl Ebdî: Hêzên ku xwe "garantor" dihesibînin naxwazin herêm îstîqrar be
3 adar, 2022   06:44
KOBANÊ

Endamê Meclis Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji ajansa me re axivî û got dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê sûc û êrişên xwe berdewam dike, her wiha bêdengiya navneteweyî jî erêkirina ji bo pêkanîna sûcên zêde ye.

Xelîl Ebdî wiha got: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hebûna peymana agirbestê û hebûna Rûsya ku xwe hêza "garantor" a rawestandina sûcên dewleta Tirk li dijî herêmê dihesibîne heta roja îro berdewam e."

Ebdî wiha domand: "Heta îro malên siviîlan bê ser û ber ji hêla dewleta Tirk ve û li pêş çavên baregehên Rûsya yên li herêmê tên topbarankirin. Ew yek bi hewldana fişara li ser hêzên me ye ku serê ji Rûsya re bitewînin û ji nû ve rejîma Sûriyê vegere herêmê."

Piştî êrişa dewleta Tirk di Cotmeha 2019’an de li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û dagirkirina wan bi sponseriya Rûsya û ya din jî bi sponseriya Amerîka peymanên agirbestê hatin îmzekirin. Lê dewleta Tirk a dagirker heta roja îro peymanên bin pê dike."

Tenê li Kobanê ajansa me di 5 mehên borî de belge kir ku 12 welatî şehîd bûne, ji wan 3 jin in, her wiha 19 welatî birîndar bûne û ji wan 3 jin in.

‛DANÛSTANDINA RÛSYA-AMERÎKA BI DOSYAYA SÛRIYÊ RE DUALÎ YE’

Ebdî dualîteya pîvanên Rûsya û DYA’yê rexne kir û wiha got: "Hêzên xwe dibînin "garantor "in naxwazin herêmê îstîqrar be. Danûstandina Rûsya û Amerîka bi dosyaya Sûriyê re bi taybet di dosya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dualîte ye. Her wiha her du dewlet hewl didin xwe li ser erdê îsbat bikin. Ev nakokî jî yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn in û bi pêkanîna van her dewletan ji berjewendiyên xwe re bi dawî nabin."

Xelîl Ebdî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em MSD’ê pişta xwe nadin tu kesî, em bi hemû enerjiya xwe hewl didin parastina ewlehiya gelê xwe bikin û di radeya yekemîn de pişta xwe didin hêzên xwe, QSD’ê ku ji pêkhate û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Ev hêz parastina ewlehî û îstîqrara herêmê dike. Ji lew re bi hebûna wê tirsa li ser herêmê tune ye. Armanca me ew e em niha diyalogeke sûrî li dar bixin û tê de hemû şêniyên herêmê li hev kom bibin û krîza Sûriyê bi dawî bikin."

(fr)

ANHA